Polîsan mudaxeleyî şahiya BDP'ê kir

Polîsan mudaxeleyî şahiya BDP'ê kir

Rêxistina BDP'ê ya Sêrtê bi armanca piştevaniyê li Girê Kizlarê şahî pêk anî. Piştî şahiyê destpê kir, polîsan bi bombeyên gazê mudaxele kir û bûyer derketin.

Rêxistina BDP'ê ya Sêrtê ji bo piştevaniyê li Girê Kizlarê şahiya piştevaniyê pêk anî. Şahiya ku şaredar, rêveberên BDP'ê jî di nav de bi hezaran kes amade bûn, piştî ku Serhedo derket ser dikê girsê dirûşmeya "Bijî Serok Apo" berz kir. Girsê piştî dirûşme berz kir, polîsan bi bombeyên gazê mudaxele kir. Piştî polîsan mudaxele kir ciwanan jî bi keviran bersivda û pevçûn derket. Di pevçûnê de gelek kes birîndar bûn. Kesên birîndar bi derfetên xwe birînên xwe girêdan. Pişti re bûyer li nava taxan belav bû. Hate zanîn ku piştî bûyeran polis li Serhedo digerin.