Li Geverê polîsan bi çekan mudaxeleyî girseya ku piştî merasîma cenazeyê gêrîla Cengîz Ozek xwestin heta cihê şînê bimeşe kirin û di encamê de ciwanek bi navê Ozgur Taşar bi guleyê qetilkirin.
Li Geverê polîsan mudaxeleyê girseya ku piştî merasîma cenazeyê gêrîla Cengîz Ozek (Êrîş Dildar) yê ku di çalakiya 26'ê Gulanê de li Pinarbaşiya Qeyseriyê pêk hat de jiyana xwe ji dest dabû, xwestin bimeşin kir. Polîsan bi ava şid, bombeyên gazê û guleyan mudaxeleyî gel kir û di encamê de 2 kes birîndar bûn. Ji birîndarên ku rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê Ozgur Taşar, ji ber ku bi guleyê ji sînga xwe xwaribû bi giranî birîndar bû û jiyana xwe ji dest da.
Veysî Yildirimê ku ji pişta xwe bi guleyê hatibû birîndarkirin ji ber ku xetereya jiyana wî heye rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê. Hate zanîn ku parlementerên BDP'ê Ozdal Uçer û Adîl Kurt çûne nexweşxaneyê.
Her wiha hate ragihandin ku, li ser riya Şemzînanê di nava girse û polîsan de pêvçûn didome û dengê çekan tê.
UÇER: GULLE JI PANZERA POLÎSAN HAT
Parlementerê BDP’ê yê Ozdal Uçer ragihand ku Ozgur Taşar di encama gulleya ji panzera polîsan hat, de jiyana xwe ji dest da. Uçer ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku wan û malbata Taşar serî li dozgeriyê daye. Uçer diyar kir ku wana bi malbata Ozgur Taşar re hevdîtin pêk anîne, lê malbat pir hêrs bûye.