Hat ragihandin ku li navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê polîsên tevgera tîmên taybet herêma daristanî daye ber agir.
Hat îdîakirin ku li navçeya Dêrika Mêrdînê şevê din saet di navbera 19:00 û 24:00'an de di dema ku wesayîta polîsên tevgera tîmên taybet a dewriye qada daristanî gullebaran kir di daristanê de şewat derket.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine bidestxistin polîsan qad daye ber agir. Şewata ku ji ber qada çiyayî ye û rê tune ye ekîbên agirkujiyê nekarîn mûdaxale bikin piştî 2 saetan ji ber xwe ve temirî. Gelek darên li daristanê jî şewitîn.