Polîsan li Amedê êrîşî gel kir

Li navçeyên Sûr û Rezanê ciwanên li dijî konsepta şer a hikûmeta demkî ya AKP'ê daketin qadan. Polîsên êrîşî welatiyan kir rastî berxwedana ciwanan hat. Pevçûna di navbera ciwan û polîsan de derket heta derengiya şevê berdewam kir.

Li navçeyên Sûr û Rezanê ciwanên li dijî konsepta şer a hikûmeta demkî ya AKP'ê daketin qadan. Polîsên êrîşî welatiyan kir rastî berxwedana ciwanan hat. Pevçûna di navbera ciwan û polîsan de derket heta derengiya şevê berdewam kir.

Li navçeyên Sûr û Rezanê gelek welatî li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin, operasyonên qirkirina siyasî û bombebarana Herêmên Parastinê yên Medyayê daketin qadan. Polîsan bi wesayîtên zirxî û çekên lûle dirêj çûn cihê çalakiyê û êrîşî çalakiya Fîskayaya Sûrê kir. Ciwanan bi keviran xwe parastin.

Li ser rêya Emekê ya Rezanê jî polîsan bi bombeyên gazê û ava şid êrîşî ciwanan kir. Ciwanan jî bi fîşekên hewayî û keviran xwe parastin. Polîsa bê serûber bombeyên gazê avêtin nava taxê û tax dibin gaza îsotê de hiştin. Welatiyê 60 salî yê bi navê Îbrahîm ê ku paşnavê wî nehat zanîn ji ber bombeya gazê j ser hişê we çû û bi ambulansê rakirin nexweşxaneyê.

Li taxa Huzurevlerî ya Peyasê jî ciwan daketin qadê û çalakî li dar xistin.

Ciwanan li nava kolanê taxê barîkat danîn û bi polîsan re pevçûn. Pevçûnan di navbera ciwanan û polîsan de rû da demek dirêj berdewam kir.

Her wiha li duryana Ofîsê jî bêyî ku çalakî hebe polîsa bi TOMA'yan ava şid û bombeyên gazê avêtin derdorê.

Li gelek deverên bajar di navbera polîs û ciwanan de pevçûna derket û pevçûn heta derengiya şevê berdewam kir.