Polîsan girseya li ber nexweşxaneyê kom bû gulebaran kir

Li derdora Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyubî polîsan derdor rasterast gulebaran kirin. Li derdora nexweşxaneya ku birîndar rakirinê wesayîtên zirxî bi cih bûne.

Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî bi komek parêzer re li ber Minareya Çar Ling a li Semta Baliçilarbaşi ya girêdayî navçeya Sûrê ya Amedê hatibû gulebarankirin, piştî daxuyaniya çapemeniyê dan rastî êrîşa çekdarî hat. Tahîr Elçî yê ji serê xwe gule xwar û bi giranî birîndar bû, li Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyûbî jiyana xwe ji dest da.

Li nêzî nexweşxaneya ku birîndar jî lê hene polîsan rasterast gule reşandin. Li derdora nexweşxaneya ku birîndar rakirinê wesayîtên zirxî bi cih bûne.

Li navçeya ku ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatiye dorpêçkirin helîkopter li ser navçeyê digerin.