Polîsan êrîşî şahiya piştgiriyê ya ji aliyê Rêxistina BDP'a Sêrtê hate lidarxistin, kir û di encamê de herê kêm 15 kes hatin binçavkirin.
Rêxistina BDP'a Sêrtê li Şanoya Amfî ya li Gira Kizlarê şahiyek piştgiriyê li dar xist. Di şahiya ku Hevserokê BDP'a Sêrtê Seracettîn Kayran, Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak, Şaredarê Misircê Necat Yilmaz, Şaredarê Dihê Orhan Yildirim, nûnerên ÎHD, MEYADER, TUHADDER û MKM jî beşdarbûn de nêzî 3 hezar kes li hev civiyan. Axaftina vekirinê ji aliyê Hevserokê BDP'a Sêrtê Seracettîn Kayran hate kirin û Kayran diyar kir ku, ji meha Avrêl ya sala 2009'an û pê ve li ser siyaseta kurd de êrîşek heye û vîna gel tê girtin. Kayran, li ser bûyerên 13 girtiyên Girtîgeha Rihayê ku di encama şewatê ve jiyana xwe ji dest dan û 34 welatiyên ku di Komkujiya Roboskiyê de hatin kuştin rawestiya û bertek nîşan da. Kayran wiha got: "Armanca me bi kesên girtîgehê û bi Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan ku li Girava Îmraliyê ye, di nava piştgiriyê de bin."
'JI XÎZMETAN ACIZIN'
Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak jî axivî û diyar kir ku ji ber ji xîzmetên şaredariyan aciz in, şaredar tên girtin û astengkirin. Sadak bang li gelê kurd kir û xwest xwedî li vînên xwe derkevin. Sadak wiha axivî: "Ji bo aştiyekî civakî muxatab siyasetmedarên kurd ên bi vîna azad a gelê kurd hatine hilbijartinin."
POLÎS MUDAXALE KIR
Piştî axaftinan hunermend Serhedo derket ser dikê. Di heman demê de bi hezaran kes dest bi dirûşmeya "Bijî Serok Apo" kirin. Li ser vê yekê polîsan bi bombeyên gazê êrîşî girseyê kir. Di encama pêvçûna ku girse jî bi keviran polîsan bersivand, gelek welatî û polîs birîndar bû. Hate zanîn ku di encama êrîşê de herî kêm 15 kes hatine binçavkirin û niha li Miduriyeta Polîsan ya Sêrtê tên girtin.