Piştî ku hevserokên BDP’ê û KCD’ê û komek qelebalix û hunermend xwestin ji avahiya BDP’ê ya Amedê biçin Qada Îstasyonê ji aliyê Polîsan ve hatin dorpêçkirin. Polîsan bi wesayîtên TOMA’yê avahiyê dorpêç kirin.
Polîs di anansan de dibêjin ku mîtîng ji aliyê Walitiyê ve hatiye qedexekirin û dixwain girse belav bibe. Girse jî dest bi qêrîna dirûşiman kir. Sekn berdewam dike.