Polîsan beriya mitîngê Wan dorpêç kir

Polîsan beriya mitîngê Wan dorpêç kir

Li Wanê ji ber sedema girtina Şaredar û rêveberên BDP’ê beriya mitînga ku were li darxistin li bajar tedbîrên awarte hatin girtin.

Beriya mitînga ku dê girtina 10 kesên di nav de Şaredarê Wanê Bekir Kaya jî heyî bê protesto kirin û dê Hevserokên BDP’ê jî tevlî bibin bajar ji aliyê polîsan ve hate dorpêç kirin.

Mitînga ku dê li ser rêya Cûmhûriyetê bê li darxistin, bariyerên hesîn hatin danîn, her wiha firoşkerên seyar yên li Kolana Sanatê rakirin û hemwelatiyên kolanên nêz jî belavkirin.

Polîsên hêzên çevîk li kolana bi awayek komî digerin, li bajar dîmenên rewşa awarte tên jiyanakirin. Li rexmî tedbîrên mezin yên polîsan jî gel ji bo mitînga dê di demjimêr 16.00’an destpê bike û pêşwazî kirina şandeya BDP’ê li ber avahiya BDP’ê kom dibin.