Polîsan beriya mitînga dîrokê ya Amedê avahiya Rêxistina BDP'ê ya Amedê dorpêç kir û li ber avahiyê bi hezaran kes kom bûn.
Berî mitînga "Ji bo azadiyê berxwedena demokratîk" li avahiya BDP'ê ya Amedê Hevserokên KCD'ê Ahmet Turk û Aysel Tugluk, Hevserokên Giştî yên BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak, parlementerên BDP'ê Sirri Sureyya Onder, Demîr Çelîk, Hasîp Kaplan, Ertugrul Kurkçu, Emîne Ayna, Nursel Aydogan, Halîl Aksoy, Altan Tan, Adîl Kurt, Îbrahîm Bînîcî, Sebahat Tuncel û şaredarên BDP'ê kom bûn.
Ligel rayedarên KCD'ê û BDP'ê bi hezaran welatî jî li ber avahiya BDP'ê kombûn. Piştî bi hezaran kes li ber avahiya BDP'ê dest bi kombûnê kir polîsan jî bi wesayîtên zirxî avahiya BDP'ê dorpêçkirin. Welatiyên dixwazin biçin ber avahiya BDP'ê rastî kontrola polîsan a nasnameyan tên.
Parlementerê BDP'ê Hasîp Kaplan bertek nîşanî dorpêça polîsan da û wiha got: "We mitîng qedexe kir hûnê ber avahiya BDP'ê jî qedexe bikin" Kaplan xwest ku dorpêç bê rakirin. Di wê demê de rojnamegerê ji Ewropayê yê dixwazin ku dîmenan bikşîne ji aliyê polîsan ve hate xwestin ku bê binçavkirin. Piştî Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk ket navberê û rojnameger serbest hate berdan. Herîkîna welatiyan a ber bi avahiya BDP'ê didome û rageşî berdewam dike.