Polîs li Cizîrê êrîşî ciwanan dikin

Li navçeya Şirnexê Cizîrê polîs Taxa Yafesê gulebaran dike û nahêle gel ji malên xwe derkevin.

Li navçeya Şirnexê Cizîrê polîs Taxa Yafesê gulebaran dike û nahêle gel ji malên xwe derkevin.

Hikûmeta demkî ya AKP'ê bi operasyonên qirkirina siyasî û bombebarana Herêmên Parastinê yên Medyayê konsepta şer xist dewrê. Gelê Cizîrê li hemberî konsepta şer a AKP'ê bi rojan e li ser piyan e. Li Taxa Yafesê ji bo gel pêşiya binçavkirin û êrîşên polîsan bigire xendek kolandin.

Polîs di seatên nîvro de bi dehan wesayîtên zirxî û 2 makîneyên kar ji bo girtina xendekan bi ser taxê de girtin. Li hemberî berxwedanA gel polîsan rasterast bombeyên gazê avêtin taxê û ji bo gel dernekeve ji derve tax gulebaran kirin. Ji ber gulebarana leşkeran welatî di malên xwe de asê mane û ciwan jî bi keviran li ber xwe didin.

Pevçûna li derdora taxê derketiye bênavber didome