PKK'ê 'Şehîdên Tîrmehê' bibîr anî

PKK'ê 'Şehîdên meha Tîrmehê' bi daxuyaniyeke nivîskî bibîr anî.

Komîteya Rêveber a PKK'ê bi rêya malpera xwe ya înternetê daxuyaniyek weşand û 'Şehîdên Meha Tîrmehê' bibîr anî. Di daxuyaniya PKK'ê de hat gotin, "Berxwedana rojiya mirinê ya mezin a 14'ê Tîrmehê ku çalakî û biryardariya herî mezin a dîroka berxwedanê ya PKK'ê îfade dike, bi dem, cih û encamên xwe re îspat bûye ku yek ji mezintirîn pêngavên doza mirovahiyê ye. Di nava rewş û demeke ku hewl dihat dayîn çep û sosyalîzm, nasname û têgihiştina neteweyî, rûmeta mirovahiyê û daxwaza jiyana azad hem ji bo Kurdan hem jî ji bo gelên din werin tinekirin de, ragihandina xwedîderketina li van hemû nirxand, herikîna jiyan û dîrokê ber bi aliyê gelan ve kişandiye.

Berxwedana 14'ê Tîrmehê ji bo welatekî, ji bo gelekî û ji bo mirovahiyê, bi vîna biryardariya di jiyana 'azad, rêxistinbûyî û xwedî çalakî' de, bersiveke dîrokî li pirsa 'jiyaneke çawa?' ye. Û ev ev bersiv weke rêbazeke jiyan û têkoşînê hînê xeteke dilsoziyê ye."

'ROLA BERXWEDANA 14'Ê TÎRMEHÊ NE CIHÊ NÎQAŞÊ YE'

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ya zelal ev e; eger ev berxwedan nehatibûya nîşandan wê serdemeke reşetarî rû bida ku gelê Kurd û gelên Anatoliyê nikarîbûn gotinekê jî li ser pêşeroja xwe ya azad bilêv bikin" û ev xal hat destnîşankirin: "Mîna ku Kemal Pîr kir wasiyeta xwe, eger îro gelên Kurdistan û Tirkiye di xeta partî û rêbertiyê de têkoşîna hevpar dimeşînin, di vir de rola berxwedana 14'ê Tîrmehê rastiyeke dîrokî ye ku nabe nîqaş li ser bê kirin.

Ji aliyê parastina rastiya partî û rêbertiyê ve berxwedana 14'ê Tîrmehê xaleke werçerxê, asteke sertarî, serdemeke gelekî girîng a dîroka me ya têkoşînê ye. Ji ber ku tişta di şert û mercên hingî de bi pêkanînên zilma herî hovane li ser kadroyên pêşeng dihat ferzkirin, dest berdana ji PKK û rêbertiya wê bû. Çalakî ji aliyê esasî ve li dijî vê ferz û zextê hat kirin û di asta manîfestoyekê de bû vegotina xwedîderketina li her du pîvanan a bi berdêla mirinê. Di nava şert û mercên herî zehmet de bi berxwedana herî bi heybet re, bi pêngava 'em di nava vê partî û rêbertiyê de serketinê dibînin' re ji tevahiya cîhanê re hat ragihandin ku dest ji PKK û Rêbertiya PKK'ê nayê berdan."

Daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKK'ê bi vî rengî dewam kir:

"14'ê Tîrmehê ku dilsoziya bi partî, hevrêtî, rêbertî û gel a bi berdêla mirinê û baweriya bê dawî ya ji bo serketinê îfade dike, di nava bê derfetiyê li dijî dijminê herî qehrkar îspat kir ku ev hemû nirx bi çi rengî dikarin werin parastin û serketin bê afirandin. Di salvegera 33. de em berxwedêrên rojiya mirinê ya 14'ê Tîrmehê hevrêyên xwe Kemal Pîr, M. Hayrî Dûrmûş, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz bi rêzdarî û mînetdarî bibîr tînin û bi rûmetdariyeke mezin soz didin ku em ê fermanên wan bi rêbaza herî milîtanî bicih bînin.

Di heman demê de endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê hevrê Erdal-Mûstafa Yondem ê li Pazarcixê ji dayik bû û di Tîrmeha 1987'an de li Qilabanê şehîd ket, bi fermandariya xwe ya efsanewî re weke mînaka wêrekî û tempoya bilind cihê xwe bi mafdarî di dîroka me ya şer de girtiye. Ji lehengên serdegirtina Dihê ya pêngava dîrokî ya 15'ê Tebaxê hevrê Erdal-Mûstafa Yondem bi rêzdarî bibîr tînin, em ê sekna wî ya pêşeng-milîtan di rêbaza xwe esas bigirin û hêjayî bîranîna wî bin.

Hevrê Şukru Man ê li Curnê Reş ji dayik bû, ku yek ji şehîdên me yê partîbûyînê ye, di Tîrmeha sala 1979'an de ji aliyê nokeran ve hat qetilkirin. Em hevalê Şukru Man ê taybetmendiyên xwe yên propaganda, rêxistinkirin û çalakiyê re bû sembol, careke din bi rêzdarî bibîr tînin û diyar dikin ku em ê jiyan û têkoşîna wî ji xwe re bikin mînak û meşa şoreşê xurt bikin.

Ji şehîdên me yên din ên partîbûyînê hevrê Hasan Kûş ê ji Dêrsimê di Tîrmeha sala 1978'an de û hevrê Mehmet Ayîş ê ji Êlihê di Tîrmeha 1980'î de ji aliyê çeteyên herêmî ve hatin qetilkirin. Em qetilkirina wan şermezar dikin û soza xwe dubare dikin ku em ê bi bîranînên wan re dilsoz bin.

Bi biryardarî em radigihînin ku em ê hevrê Diyap-Veysî Dadem ê ji Wêranşar-Rihayê, ku di 1'ê Tîrmeha 1985'an de li herêma Sisem a Xizxêrê şehîd ket, di têkoşîna xwe de bidin jiyîn. 

Hevrê M. Şîrîn Seven ê ji Konalpa-Bedlîsê yê di 5'ê Tîrmeha 1986'an de li Xerzanê şehîd ket bi rêzdarî bibîr tînin û soza dilsoziya xwe ya bi wan re dubare dikin.

Li pêşberî bîranîna heval Doktor Seyfî-Alî Ekber Bîdav ê ji gundê Çîmenlî-Pertax Dêrsimê yê di 10'ê Tîrmeha 1987'an de li Sêrtê şehîd ket bi rêzdarî bejna xwe ditewînin û careke din radigihînin ku em ê hesabê hemû komkujiyên fîzîkî, çandî, rojane û dîrokî yên li hemberî gelê me, bi têkoşîneke xurt bipirsin.

Hevrê Jiyan-Leyla Ozgul a ji gundê Serebiye-Silopî-Şirnexê ya di 8'ê Tîrmeha sala 1990'î de li Texta Reş a Botanê di şerê bi rojan de tevî 17 hevalên xwe mil bi mil, dil bi dil şer kir û bi nîşandana berxwedêriya jina Kurd re gihîşt şehadetê. Em soza xwe dubare dikin ku em ê rêbaza şer û jiyana hevrêya xwe di pratîka xwe de bicih bikin û bi vî rengî têkoşîna xwe xurt bikin.

Mîrateya berxwedanê ya hevalê Hayrî-Îsa Sonmez ê ji gundê Bilikan-Silopî-Şirnex ê di 7'ê Tîrmeha 1991'ê de li qada Silopî şehîd ket ji me re hişt, em ê heta dawiyê xwedî lê derkevin.

Bavê 4 zarokan hevrê Mûstafa-Nûreddîn Yûsûf Gulo yê ji Hileliye ya Qamişlo, di 9'ê Tîrmeha 1991'ê de li navçeya Sêrt Xizxêrê gihîşt şehadetê. Em ê welatparêziya wî ya kûr ji xwe re bikin pîvan û îdeala afirandina civaka exlaqî û polîtîk li Kurdistana Xweser, bi têkoşîna xwe dewam bikin.

Hevrê Rahîme-Leyla Ak a ji gundê Dêra Sor a navçeya Şirnex Silopiyê, di 11'ê Tîrmeha 1991'ê de li Bedlîsê di şerê li dijî dijmin de tevî hevalekî şehîd ket. Bi awayekî zelal em radigihînin ku em ê bîranîna hevala xwe bidin jiyîn û di rêya ber bi serketinê ve bêhtir bi biryardarî bimeşin.

Hevalên me Şoreş-Orhan Bîlgîn ê ji gundê Mishacorik ê navçeya Riha Pirsûsê û Edîp-Veysel Ûysal ê ji navçeya Konya Cîhanbeyliyê, di 13'ê Tîrmeha 1991'ê de di şerê li nêzî gundê Beycan ê Islahiyeyê de tevî hevalên xwe şehîd ketin. Em van hevalên xwe bi mînetdarî bibîr tînin û sozê didin ku heta xwegihandina şoreşê em ê bibin şopdarên wan.

Hevalên Hasan Huseyîn-Bektaş Goksûngûr ê ji gundê Cennetpinar ê navçeya Mereş Pazarcixê û Ethem-Ejder Kavak ê ji gundê Çîftlîk ê navçeya Elbîstanê, di 5'ê Tîrmeha 1992'an de di şerê li çiyayê Engîzekê gihîşt şehadetê. Em hevalên Hasan Huseyîn û Ethem bi mînetdarî bibîr tînin û biyardariya xwe destnîşan dikin ku em ê li Kurdistana azad û xweser pêşeroja xwe ya hevpar ava bikin.

Hevalê Sîdar-Îlhamî yê ji Milazgir a Mûşê, di 2'ê Tîrmeha 1994'an de di şerê li qada gerdî de tevî sê hevrêyên xwe bi lehengî şer kir û gihîşt şehadetê. Bi vîneke xurt em biryardariya xwe ya dilsoziya bi xeyalên hevalê xwe re nîşan didin.

Hevala Sosin-Elîf Bakiş a ji Derşew a Şirnexê, di 7'ê Tîrmeha 1994'an de li çiyayê Kember ê Bedlîsê şehîd ket. Em ê bi xurtkirina têkoşînê re hêjayî şehadeta wê bin.

Hevrêyê me Gerîla Suleyman-Mûhammed Qasim ê ji bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê, di 7'ê Tîrmeha 1995'an de li qada Derkar a Heftanînê bi şiyara 'an serketin an serketin' gihîşt şehadetê. Em ê bi soz û pratîka serketinê re bibin hêjayî bîranîna hevvrêyê xwe.

Di 4'ê Hezîrana 1995'an de hevrêyê me Birûsk Kendal-Serdar Ograş ê ji Nisêbînê ku ji gelê Mihelmî ye, piştî ku bi saxî hat girtin, li Nisêbînê ji aliyê tîmên taybet ve hat qetilkirin. Em dibêjin ku bi afirandina jiyana demokratîk wekhev û azad re em ê bersivê bidin şehadeta hevrêyê xwe û careke din soza bicihanîna xeyalên wî didin.

Em hevrêyê xwe Avîşn-Hazim Batûfa yê ji Duhokê, ku di 7'ê Tîrmeha 1997'an de li qada Deşta Heyatê ya Xakurkê gihîşt şehadetê bi rêzdarî bibîr tînin û bi hestê deynariyê em ê bersiva rast bidin bîranîna wî.

Hevrêya me Sozdar Rûs-Lûsîne Kalaşiyan a li Ermenîstanê ji dayik bû û di II. Operasyona Zapê ya artêşa Tirk a di Tîrmeha sala 1997'an de tevî hevalên Dîcle û Bêrîvan Êrîş gihîşt şehadetê û hevrêyê xwe Xebat-Durem Suleyman ê li Ermenîstanê ji dayik bû û di Tîrmeha heman salê de di şerê li Çiyayê Kisir ê eyaleta Serhedê de bi komeke hevalên xwe re şehîd ketin. Em van hevrêyên xwe bi baweriya ji pêşerojeke hevpar û azad a gelan bibîr tînin û biryardariya xwe nîşan didin ku li dijî modernîteya kapîtalîst em ê sosyalîzma demokratîk we hêviya rizgariya tevahiya mirovahiyê bêhtir xurt bikin.

Di 3'ê Tîrmeha sala 1998'an de hevrê Şervan Xonav-Rizgar Mûstafa yê ji Hewlêrê, li navçeya Riha Serêkaniyê şehîd ket. Li pêşberî bîranîna wî ya ezîz em bi rêzdarî bejna xwe ditewînin û soza xwe dubare dikin ku em ê sîstema neteweya demokratîk li hemû parçeyan ava bikin.

Hevrêya me Rozerîn Sîpan-Şukriye Kaymaz a ji Mehserê, di 1'ê Tîrmeha sala 1999'an de li Elezîzê di encama çalakiya fedaî de şehîd ket. Em hevrêya xwe bi rêzdarî bibîr tînin û sozê didin ku em ê bi têkoşîna bi ruhê fedaî re bersivê bidin bîranîna wê.

Hevrê Jiyan-Îlham Leyla Mûhammed a ji Efrînê, di sala 1999'an de dema meşa vekişînê ya bi fermana Rêbertiya me bi milîtanî bicih dianî, piştî kemîna zexel a dijmin a li Çomanê, di şerê hewl dida xwe ji dorpêçiyê rizgar bike de şehîd ket. Em soz didin ku em ê meşa wê temam bikin û çareseriya neteweya demokratîk a Rêberê xwe bibin serî.

Di 2'ê Tîrmeha 2004'an de hevrê Dogan-Îkram Ergul ê ji navçeya Colemêrg Geverê, di şerê li dijî leşkerên Îranê ku hêzeke paşverû ya herêmê ye li qada Şehîdan gihîşt şehadetê. Em radigihînin ku em ê tola hevrêyê xwe Dogan bi pêkanîna şoreşa demokratîk li tevahiya herêmê re hilînin.

Em soz didin hevrêyê xwe Şiyar Tetwan-Enver Alataş ê ji Bedlîs-Tetwanê yê di Tîrmeha 2005'an de li Kelareşê şehîd ket, ku em ê hêjayî salên wî yên têkoşînê yên ji zîndanê heta Serhedê, ji Qendîlê heta Kelareşê bin. Em careke din dibêjin ku di serî de azadkirina Rêbertiya xwe heta azadiya hemû hevrêyên xwe yên li zîndanan tê ragirtin, em ê bi bi ruhê milîtaniya Apoyî têkoşînê xurt bikin.

Yek ji nûnerên bijarte yê silsozî, fedekarî û hevrêtiyê Dilxwaz Bîngol-M. Alî Algunerhan ê ji Sîmsor a Çewlikê, di 13'ê Tîrmeha 2006'an de li Merîwanê şehîd ket. Em ê sekna pêşeng-kadro ya hevrêyê xwe Dilxwaz Bîngol ji xwe re bikin mînak, bi vê yekê re têkoşînê mezin bikin û îdeolojiya xwe ya azadiyê li her qadê serdest bikin.

Herî dawî jî, em qetilkirina yek ji şexsiyetên neteweyî yê di têkoşîna neteweyî ya Kurd de xwedî cîhekî girîng e Doktor Qasimlo yê 13’ê Tîrmeha 1989’an li Viyana ji aliyê Rejîma Îranê ve hat qetilkirin, Faîk Bûcak ê ji aliyê dewleta TC a faşîst 4’ê Tîrmeha 1966’an hat qetilkirin, careke din lanet dikin, em soz didin tevayî gelê Kurdistanê ku têkoşîna wan di xeta PKK’ê de veguhezînin serketinê. Her wiha em Komkujiya Sêwasê ya li hemberî welatiyên me yên Elewî zîhniyeta neteweperest û mezhebî ya hov e şermezar dikin. Em dixwazin bê zanîn ku li hember her cure ferzkirin û êrîşên li dijî nasname û çandên cuda bi hêza xweparastinê em ê rawestin."

'EM LI HEMBER TECRÎDA ÎMRALI TÊBIKOŞIN'

Daxuyaniya PKK'ê wiha dewam kir: “Em vê baş dizanin ku qîrînên di gotinên qehremanên berxwedana 14’ê Tîrmehê de hatin ziman ên 'Em di vê partiyê û Rêbertî de serketinê dibînin’ fermaneke asta herî jor e, ya ji me re hatiye dayîn. Eger hewldana mîlîtanî ya bicihanîna vê fermanê tinebe, mirov nikare behsa hevrêtiya rast a ji şehîdan û rêbertî re bike. 

Xwedîderketina li 14’ê Tîrmehê; li hember pêkanînên înkar û tinekirinê bi qasî berxwedana ku mirov mirina xwe dide ber çavan, li hember hewldanên jiderxistina xetê jî parastina bê eman a rastiya partî û rêbertî ye. 

Divê neyê jibîrkirin ku bi qasî dilsoziya mutleq, berdêla wan çi dibe bila bibe biserxistina pêwîstiyên wê talîmata berxwedêrên 14’ê Tîrmehê ye. Ji bilî wê alternatîfeke me ya jiyan û têkoşînê nîne!

Li ser vî esasî ku em şehîdên meha Tîrmehê bibîr tînın, em mîlîtanên YPG û YPJ’ê yên li Rojava şehîd ketin ku bi awayekî fedayiyane şer kirin, DAIŞ’a hêza paşverû ya herêmê ye gav bi gav, gund bi gund, bajêr bi bajêr têk birin, pîroz dikin. Em şehîdên xwe yên qehreman ên di şerê şoreşê de şehîd ketine bi rêz û hurmeteke mezin bibîr tînin. Em diyar dikin ku bi pêşxistina têkoşîna Rojhilata Navîn a Demokratîk em ê bersivê bidin şehadeta wan. 

Li ser vî esasî ku em tevayî gelê me bi rêz silav dikin, bang li her kesî dikin ku hê zêdetir xwe rêxistin bikin û bi taybet li hember tecrîda Îmrali têbikoşin."

...