PKK'ê 'şehîdên meha Tebaxê' bibîr anî

Komîteya Rêveber a PKK'ê 'şehîdên meha Tebaxê' bibîr anî. PKK'ê got, "Meşên mezin û dîrokî bi îdeal û berpirsyariyên mezin pêk tên."

Komîteya Rêveber a PKK'ê, li ser malpera xwe ya înternetê daxuyaniyek weşand û cangoriyên meha Tebaxê bibîr anî. Di daxuyaniya PKK'ê de hat gotin, "Meşên mezin û dîrokî bi îdeal û berpirsyariyên mezin pêk tên. Ya ji bo mirovan îdeal e, bûyîna xwedî jiyaneke exlaqî û azad e û parvekirina vê jiyanê bi civakê re ye. PKK'ê ji gelê Kurd ê ku civaka herî qels û ji hev belavbûyî ya dîrokê bû re, di dema herî rast de bi îdealên jiyaneke azad û rêxistinbûyî pêşengî kir û bi vî rengî îspat kir ku tevgerkere mezin a berpirsyariyê ye. Divê neyê ji bîr kirin; cewhera exlaqa civakî bi xwedîderketina li takekesê herî qels destpê dike. Şehîd; cangoriyên yekane yên xwedî vê exlaq û berpirsyariyê, kesayetên civakî yên di kêliya herî qels de xwedîderketina herî bi hêz nîşan dane, ye. Ev îdeala jiyana azad a kêlî bi kêlî mîna mûcîzeyê pêk hat, bêyî ruh û berpirsyariya cangoriyê, nepêkane pêk were.

Şehîdên me yên jiyana azad û rêxistinbûyî afirandin, di kêliya pêwîstî bi cangorîtiyê hebû de, bêyî dudiliyê gotin veguherandin çalakiyê, îdeal veguherandin rastiyê. Di nava PKK'ê de xeta rêbertî û şehîdan, di kêliya ku her kesî digot 'nabe', her kesî digot 'dest jê berde' de bi girêdana li jiyana azad û rêxistinî û bicihanîna berpirsyariyên wê di asta cangorîtiyê de, afirîn. Bi heman exlaq, berpirsyarî û hesta cangorîtiyê re bi ser xistina vê xeta bi gel, şehîd, rêbertî, exlaq û berpirsyariya şoreşgerî re veguheriye heqîqetê, nîşandana hewldan, fedekarî û vîna pêwîst, yekane rêya dilsoziya bi şehîdên me re ye. Garantiya serketinê jî wê ev dilsoziya esîl be."

Daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKK'ê bi vî rengî dewam kir:

"Hevrê Bakî Kahraman ê ji gundê Teman-Mazgîrtê, ku di salên 1978-79'an de xebatên destpêkê yên partîbûnê li Depê bi cesaret û wêrekiyeke mezin meşand, di 7'ê Tebaxa 1981'ê de li Depê di şerê ji ber operasyona hêzên dijmin de bi lehengî li ber xwe da û gihîşt asta şehadetê. Em hemû şehîdên partîbûyînê di şexsê hevrê Bakî de bi mînetdariyeke mezin bibîr tînin û sozê dikin ku ala azadiyê ya wan ji me re hiştine bi serbilindî bilind bikin, bi serketinê re tacîdar bikin û bi rêzdarî em bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin.

Endamê Konseya HPG'ê hevrê Sari Îbrahîm-Ramazan Toptaş ê tevahiya emrê xwe di nava berxwedanê de li çiyê derbas kir, ji Lubnanê heta Bakur, ji Derya Reş û Amanosan heta Başûrê Kurdistanê milîtaniya Apoyî ya sih salan bi biryardarî û kedkarî meşand, yek ji wan kesayetan e ku di pîvanên PKK'bûyînê de jiyan, di têkilî û çandê de sadetî, bi xwezayîbûn, durustî û samimiyeta xwe re hevdîtiya rast afirandiye. Di her şert û mercî de fermandar, milîtan û şervanê pêşeng ê berxwedan û ruhê Egîd, xeta Apoyî bû. Evîna xwe ya ji çiyê û gerîlatiyê re, bi heta kêliya dawî ya temenê xwe di nav atêkoşîna azadiyê de nîşan da. Hevrêyê me Sari Îbrahîm, di nava têkoşîna partiya me, tevgaer gerîla û têkoşîna azadî û demokrasiyê de dijî-wê bijî. Em careke din soz didin ku em ê berpirsyarî û wezîfeyên wî radestÎ me kiriye, bi serketî bi cih bînin û bi rêzdarî bejna xwe li ber wî ditewînin.

Hevrê Mehmet Şîrîn Seven ê ji bedlîsê, di 4'ê Tebaxa 1986'an de ji ber êrîşa hêzên dagirker li bejahiya Bedlîsê gihîşt şehadetê. Em bi rêzdarî û Mînetdarî wî bibîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê di rêya şehîdan de wan nemir bikin.

Di 10'ê Tebaxa 1987'an de li bejahiya navçeya Çewlik Dara Hênê, di şerê navbera hêzên dijmin ên dagirker û yekîneyeke me de, endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê fermandarê mezin hevrêyê me Huseyîn-Haydar Karasûngur bi nîşandana berxwedaneke bi heybet a mînakdar re şehîd ket. Di vî şerî de endamê partiya me yê giranbuha hevrê Halîm-Orhan Elelcî yê ji zîndana Amedê derket û yekser beê xwe da qada têkoşîna çekdarî, şehîd ket. Em soz didin ku em ê têkoşîna wan ji me re hiştine bi şoreşê re tacîdar bikin û şehadeta wan bi rêzdarî bibîr tînin. 

Hevrê Seyda-Mehmet Tahîr Perînçek ê ji Mêrdînê, di 1'ê Tebaxa 1990'î de tevî hevrêyên xwe li dijî dijmin berxwedaneke bêhempa nîşan da û gihîşt şehadetê. Em wan bi rêzdarî bibîr tînin û soz didin ku bîranîna wan di têkoşîna xwe de bidin jiyîn.

Hevre Azîz-Abdullah Yildiz ê ji Depê, di pêvajoyeke ku bi bi xurtî ber bi şoreşgeriyeke milîtanî ve diçû, di Tebaxa 1991'ê de di berxwedana Xakurkê ya li hemberî êrîşa artêşa Tirk a li dijî Başûrê Kurdistanê de cih girt, bi lehengî şer kir û şehîd ket. Hevrê Azîz di nava 12 salên xwe yên li nava refênt êkoşîna rizgariya neteweyî de nirxên mezin afirand, di pêvajoyên zehmet de cih girt û her tim li xeta berxwedanê ma. Tevî çek û mejiyê xwe bi pênûsa xwe jî li dijî dijmin şer kir û dilsoziya xwe ya bi şehîdan re nîşan da. Em ê têkoşînê ji cihê wî hiştiye dewam bikin, li pêşberî bîranîna wî bi rêzdarî bejna xwe ditewînin û soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşînê bi serketinê tacîdar bikin.

Hevrê Zinarîn-Neslîhan Demîr a ji navçeya Mêrdîn Nisêbînê, di 8'ê Tebaxa 1991'ê de di şerekî li dijî hêzên dijmin ê li eyaleta Mêrdînê de gihîşt şehadetê. Em bi mînetadarî wê bibîr tînin û li ber bîranîna wê bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.

Em hevrê Sîdar-Necla Altûn a ji Mêrdîn-Mehserê di êrîşa dijmin a 9'ê Tebaxa 1991'ê de li eyaleta Xerzanê şehîd ket bi rêzdarî bibîr tînin û sozê didin ku bîranîna wê bidn jiyîn.

Hevrê Zelal-Gulten Orûç a ji Bedlîs-Xelatê, di 15'ê Tebaxa 1991'ê de di şerê li dijî hêzên dijmin ên li qada bejahî ya Şîrwanê gihîşt şehadetê. Bi rêzdarî em bejna xwe li ber bîranîna wê ditewînin.

Bi rêzdarî em bejna xwe li ber bîranîna hevrê Reyhan-Nevîla Abbas a ji Qamişlo ya di 15'ê Tebaxa 1991'ê de li Xerzanê şehîd ket, ditewînin. 

Hevrê Hebûn-Welat Şehmûs Kaya ê bi kesayetiya xwe ya partiyê û parêzvaniya xetê re weke "Fermandar Hebûn" cihê xwe di dilê gel de girt û li ser zimanê gel bû strana destanê, di 6'ê Tebaxa 1992'an de gihîşt şehadetê. Li ber bîranîna wî em bi rêzdarî bejna xwe ditewînin û soza jîndarkirina têkoşîna wî didin.

Bi rêzdarî û mînetdarî em hevrê Mîne-Emel Çelebî a ji Çewlik-Kanîreşê ya di 12'ê Tebaxa 1992'an de li navçeya Xemûr a Agirî şehîd ket bibîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê xeyalên wê bicih bînin.

Hevrê Şemdîn-Suleyman Alo yê ji Ezaz-Rojava, di 1'ê Tebaxa 1993'an de li bejahiya Hawêl a eyaleta Xerzanê gihîşt şehadetê. Bi mînetdarî em wî bibîr tînin, soza jîndarkirina wî di têkoşîna xwe de didin û bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranîna wî ditewînin.

Di şexsê hevrê Leyla-Zeynep Şahîn a ji Efrînê de, ku li eyaleta başûrrojava di 14'ê Tebaxa 1993'an de di serdegirtina nuqteyê ya hêzên dijmin de gihîşt şehadetê, 7 hevrêyên pê re şehîd ketin bi rêzdarî bibîr tînin û soza bilindtirina têkoşîna wan didin.

Hevrê Garzan-Abdullah Tekvîn ê ji Mûş-Kopê, di 1'ê Tebaxa 1994'an de li bejahiya Gexî-Çewlikê di şerê li dijî dijmin de bi berxwedaneke xurt tevlî karwanê şehîdan bû. Em hevrê Garzan bi mînetdarî bibîr tînin û dibêjin ku em ê bîranîna wî bi şoreşê re bidin jiyîn.

Di şexê hevrê Arîf-Alî Çîmen ê ji Mereş-Elbîstanê de, ku dema ji Efrînê derbasî başûrrojava dibû li Îslahiyeyê di şerê li dijî hêzên dijmin de bi 11 hevrêyên xwe re bi lehengî li ber xwe da û di 15'ê Tebaxa 1994'an de gihîşt şehadetê, hemû şehîdên başûrojava bibîr tînin û dilsoziya xwe ya bi bîranîna wan re dubare dikin.

Hevrê Kuçuk Zekiye-Zeynep Kûran a ji Riha-Serêkaniyê, ku di 7'ê Tebaxa 1995'an de nîşan da ku di nava dorpêçiya dijmin û xiyanetê de mirov dikare çawa li ber xwe bide, bi lehengî li ber xwe da û gihîşt şehadetê. Em bi rêzdarî hevrêya xwe bibîr tînin û sozê didin ku wezîfeyên bi şehadeta xwe re radestî me kiriye, em ê bi cih bînin.

Hevrê Kasim-Mûstafa Pehlîvan ê ji Meletî-Argûvarê ku bi jiyana xwe re bû nîşaneya dilsoziya bi partiyê re, di 14'ê Tebaxa 1995'an de gihîşt şehadetê. Şehadeta wî fermanê dide me ku em şerê azadiyê bi Kurdistana azad û demokratîk re tacîdar bikin. Li pêşberî bîranîna wan em bi rêzdarî bejan xwe ditewînin û soz didin ku em ê têkoşîna ji me re hiştiye, bi rûmetdarî dewam bikin.

Ji şehîdên me yên di rêya azadiyê ya li dijî mêtîngeriyê de nemir bûn hevrê Zafer-Selîm Cenevar ê ji Konya-Cîhanbeliyê, di 5'ê Tebaxa 1996'an de li qada Wan-Elbakê şehîd ket. Bi rêzdarî em wî bibîr tînin û dibêjin ku bîranînên wan mîna meşaleyekê wê rêya me ronî bike.

Em hevrê Siwar-Serdar Suleyman Reşît ê ji Cizîrê û di 2'ê Tebaxa 1997'an de li qada Botanê şehîd ket bi rêzdarî bibîr tînin û sozê didin ku em ê bîranîna wî bidin jiyîn.

Hevrê Aram-Hîkmet Reşît ê li herêma Dolabelekan/Rewandûzê di şerê li dijî hêzên noker ên herêmî de di 14'ê Tebaxa 1997'an de şehîd ket, bi mînetdarî bibîr tînin.

Hevrê Nûjiyan-Sîbel Kuçukbîlezîkçî ya ji Çewlikê, di 2'ê Tebaxa 1999'an de li qada Motkî ya Bedlîsê, ji ber bikaranîna çekên kîmyewî jia liyê dijmin ve, şehîd ket. Em hevrêya xwe bi rêzdarî bibîr tînin.

Hevrê Rêbaz-Rizgar Kanebî Mûhammed ê ji Hewlêrê di 13'ê Tebaxa 1998'an de li qada Gare di êrîşê de şehîd ket. Em soz didin ku di şopa hevrê Rêbaz de em ê berxwedana neteweyî mezin bikin û wî bi rêzdarî bibîr tînin.

Em hevrê Rahman Ûrfa-Dogû Şen ê ji Rihayê ku di 1'ê Tebaxa 2001'ê de li herêma Qendîlê şehîd ket, bi rêzdarî û mînetdarî bibîr tînin û dilsoziya xwe ya bi şehîdan re radigihînin.

Hevrê Şoreş-Vedat Kaç ê ji Amedê, di 1'ê Tebaxa 2001'ê de li hemberî operasyonên dagirker ên dijmin li qada Apê Mûsa li ber xwe da û gihîşt şehadetê. Em dibêjin ku bîranîna wan wê manîfestoya jiyan û têkoşîna me bin, bi rêzdarî em bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin.

Hevrê Agir-Mûstafa Polat ê ji Semsûr-Kalikê û Şoreş-Mahmût Çarkuze yê ji Xoyê, di 5'ê Tebaxa 2003'an de li herêma Mêrdîn-Omeryanê berxwedaneke mezin li hemberî operasyona dijmin nîşan dan û gihîştin şehaetê. Em şehadeta wan bibîr tînin û bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin.

Hevrê Koçer Bokanî-Necat Mûhammed ê ji Kerkûkê di 1'ê Tebaxa 2004'an de li eyaleta Dêrsimê şehîd ket. Wî bi rêzdarî û mînetdarî bibîr tînin û soze didin ku em ê têkoşîna wî dewam bikin.

Hevrê Seyîd Riza Bîngol-Serdar Morsumbul ê ji Çewlikê û Têkoşîn Tolhildan-Rûhal Akyildiz ji Dêrsimê, ku bi kesayetiyên xwe yên fermandarî û sekna jiyanê ya li qada têkoşînê re bûn mînak, di 1'ê Tebaxa 2004'an de li herêma Dêrsimê di şerê li dijî hêzên dijmin de gihîştin şehadetê. Em dilsoziya xwe ya bi têkoşîna wan re dubare dikin.

Hevrê Kawa Karadag-Ahmet Bîrgul ê ji Agiriyê, di 4'ê Tebaxa 2005'an de li gundê Koço yê qada Tendurek a Serhedê ji ber komployekê şehîd ket. Em wî bi mînetdarî bibîr tînin û di şexsê wî de bejna xwe li pêş bîranîna hemû şehîdan bi rêzdarî ditewînin.

Herî dawî; em şehîdên di Tebaxa 2014'an de li Şengalê gihîştin şehadetê bibîr tînin, di pêvajoyeke bi vî rengî ya êrîşên topyekûn lê zêde bûne de bang li gelê xwe, derdorên demokrat ên hestiyar dikin ku bi ruhê berxwedan û serhildana topyekûn hîn bi xurtî xwedî li têkoşînê derkevin û bersivê bidin berxwedana şehîdên me radestî me kirine."

...