PKK'ê şehîdên meha Sibatê bibîr anî
Komîteya Rêveber a PKK'ê şehîdên meha Sibatê bibîr anî. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Komploker wê têk biçin, azadî wê bi ser bikeve."
Komîteya Rêveber a PKK'ê şehîdên meha Sibatê bibîr anî. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Komploker wê têk biçin, azadî wê bi ser bikeve."
Komîteya Rêveber a PKK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî, şehîdên meha Sibatê bibîr anî. Di daxuyaniya PKK'ê de hat gotin, "PKK, ji temamiya dîroka hemû neteweyan bêhtir xwedî nirxên sembol ên mezin e. Ji teqandina xwe heta şewitandina xwe, gelek mînakên fedaîtî û wêrekiyê yên di ti tevgerên şoreşê de nehatine dîtin, hatiye nîşandan. Şehîdên PKK'ê bi rêbazên xwe yên serketinê re bûne xwedî lehengî, fedekarî, hêvî û baweriya ku hemû deynê civaka xwe bidin û jê zêdetir jî malî dîrokê bikin. Dilsoziya bi vê xetê re ji bo PKK'yiyeykî meseleya sereke ye.
Jiyana li gorî pêwîstiyên şehadetê, dibe ku jiyana herî zehmet e, lê di heman demê de ya herî bi rûmet e. Yên dizanin di xeta şehadetê bimeşin, vê rûmetê timî hildigirin û serketinê ji sedî sed bi dest dixin. Yên îro li Sûr û Cizîrê bi canfedayî li ber xwe didin, weke rûmeta gelê Kurd destaneke nû ya berxwedanê dinivîsînin. Ev ruhê fedaî yê ku wê azadiyê bîne ji gelê me û Rêberê me re, divê li her cihî û di her kêliyê de were nîşandan. Ev yek fermana serdemê ye û girîng e pêwîstiya wê ji sedî sed bi cih were anîn.
Em şehîdên xwe yên meha Sibatê ku di fedaîtiyê de asteke nû ya bilind îfade dikin li ser vê bingehê bibîr tînin, di şexsê hevalên navên wan tên bilêvkirin de soza xwe ya dilsoziyê dubare dikin."
Daxuyaniya PKK'ê bi vî rengî dewam kir:
"Ji şehîdên me yên serdema partîbûyînê hevrê Omer Kaya yê di sala 1976'an de li navçeya Riha Bêrecûkê ji dayik bû, di 1'ê Sibata 1978'an de ji aliyê hêzên sosyal şoven ve hat qetilkirin. Ji bo bîranîna wî em soza bilindkirina têkoşîna li dijî şovenîzm û faşîzmê didin.
Ji şehîdên me yên serdema partîbûyînê hevrê Remzî Yalvaç ê ji navçeya Amed Hênê, di 25'ê Sibata 1980'î de li hemberî îşkenceya dijmin heta dawiyê li ber xwe da û şehîd ket. Heta ku ji hemû îşkencekaran hesab were pirsîn em bi biryar in têkoşîna xwe bidomînin.
Hevrê Hogir-Ahmet Aydin ê di sala 1979'an de li Mêrdinê ji dayik bû, di 7'ê Sibata 1985'an de li Şîrwanê şehîd ket. Dijminê bê exlaq, nehişt goreke hevalê me jî hebe û cenazeyê wî avêt Newala Qesaban. Heta ku ev dijminê bê exlaq hurmetê nîşanî Kurdan bide, em ê mafê jiyanê nedin wî. Li pêşberî bîranîna hevrê Hogir em bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.
Hevrê Reşît-Ahmet Mûstafa yê di sala 1985'an de li Dêrika Hemko ji dayik bû, di 10'ê Sibata 1988'an de li Hezoyê tevî 4 hevalên xwe gihîşt şehadetê. Li pêşberî bîranîna wan em bi rêzdarî û minetdarî bejna xwe ditewînin.
Hevrê Delîl-Alaaddîn Adar ê dis ala 1987'an de li navçeya Mêrdîn Dêrikê ji dayik bû, di 19'ê Sibata 1990'î de di şerekî li Çinarê de şehîd ket. Li ber bîranîna wê bi rêzdarî em bejna xwe ditewînin.
Di 12'ê Sibata 1992'an de hevrê Yavûz-Saît Aykût ê dis ala 1989'an de li Qilabanê ji dayik bû, di bomberdûman hewayî ya dijmin a li Dêrsim-Mazgîrtê de tevî 6 hevalên xwe gihîşt şehadetê. Ji bo bîranîna hevrê Yavûz û hevrêyên pê re şehîd ketin, em careke din biryardariya xwe ya ji bo avakirina Kurdistana Xweser a Demokratîk bilêv dikin.
Hevrê Xezal-Reyhan Dal a di sala 1991'ê de li Amasya-Merzîfonê ji dayik bû, di 22'ê Sibata 1992'an de li Depê gihîşt şehadetê. Em soz didin hevrêya xwe Xezal, ku em ê Tirkiyeyê demokratîk bikin û ji faşîzma AKP'ê rizgar bikin.
Hevrê Cemal-Kasim Toka ê ji navçeya Sêrt Misricê, di sala 1990'î de tevlî bû, di 13'ê Sibata 1993'an de li navenda Sêrtê di şer de şehîd ket. Li ber bîranîna wî em bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.
Di 12'ê Sibata 1994'an de hevrê Xelat-Fiyet Pîşkîn ê ji navçeya Şirnex Hezexê, li navenda Silopiyayê tevî 15 hevalan şehîd ket. Ji bo bîranîna Xelat û hevalên pê re em soz didin ku berxwedana Xwerêveberiyê li Silopiyayê bi ser bixînin.
Di 28'ê Sibata 1994'an de hevrê Zinar-Baran Sonkûrt ê ji navçeya Riha Sêwerekê ku di sala 1992'an de tevlî bû, li Serhat Gole'yê gihîşt şehadetê. Bi rêzdarî û minetdarî em wî bibîr tînin.
Hevrê Demhat-Menderes Polat ê ji navçeya Amed Erxeniyê yê di sala 1992'an de tevlî bû, di 13'ê Sibata 1995'an de piştî operasyoneke dijmin, tevî 34 hevalên xwe heta fîşeka xwe ya dawî şer kirin û gihîştin şehadetê. Em ê vê komkujiyê ti carî ji bîr nekin. Em hevrê Demhat û hevalên pê re şehîd ketine bi minetdarî bibîr tînin.
Di 1'ê Sibata 1998'an de hevrê Mûstafa-Şerafettîn Mûstafa Mûsa yê ji Efrînê ku di sala 1993'an de tevlî bû, li Bestayê şehîd ket. Ji bo bîranîna wî em soz didin ku şoreşa Rojava derbasî Bakur bikin.
Hevrê Sîpan-H. Mûhammed Huseyîn ê ji Hîranê yê di sala 1998'an de tevlî bû, di 24'ê Sibata 2001'ê de li Dola Kokê ji ber ketina aşûtê tevî 10 hevalên xwe şehîd ket. Li ber bîranîna wan em bi rêzdarî û minetdarî bejna xwe ditewînin.
Hevrê Ciwana-Fatma Mûstafa a ji Kobanê ku di sala 2001'ê de tevlî bû tevî hevala Dilar-Sena Xelîl a ji Dêrikê di 9'ê Sibata 2002'an de ji bo azadiya Rêbertî li Mexmûrê xwe şewitandin û şehîd ketin. Bi esasgirtina fedaîtiya hevrê Ciwana û Dilar re em ê bi rêbaza çalakiyê ya ji hevxisitna dijmin re soz didin Rêberê xwe û gelê xwe azad bikin."
'KOMPLOKER WÊ TÊK BIÇIN, AZADÎ WÊ BI SER BIKEVE'
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Meha Sibatê ku meha pêkhatina komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê me ye, di heman demê de xwedî şehadetên asta herî bilind û bi heybet a milîtaniya fedaî ya Apoyî ye." Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Çalakiyên fedaî ku nîşaneya şênber a qebûlnekirina esareta Rêber Apo ye, tevî ku rêbazeke çalakiyê ya em rexne dikin e jî, nîşanî me dide ku divê em kîjan ruh û cesaretê bi ser dijmin de biçin. Bi berxwedana xwerêveberiyê ya bi heman ruhî re em ji tevahiya cîhanê re radigihînin, ku em naxwzin bê rêbertî, bê azadî û bê statu bijîn. Heta ku em bigihêjin armanca xwe ya Kurdistana Xweser û Rêberê Azad, em ê berxwedana xwerêveberiyê ku stratejiya bingehîn a têkoşînê demê ye, pêl bi pêl mezin bikin. Ji her demê bêhtir em xwedî îdîa ne. Ya ku me heta niha kirine, nîşaneya herî baş a karê em ê ji niha û pê ve bikin e. Divê neyê ji bîrkirin, ku ti hêz nikare gelekî xwedî xweparastinê têk bibe. Berxwedana efsanewî ya mezin a bi berxwedana destanî ya li Cizîr û Sûrê xwe îspat kir, ev e. Bi xweparastineke xurttir û têkoşîneke mezintir a demokratîk re, em ê sala 2016'an bikin sala azadiya gelê Kurd û Rêberê me. Ji bo Tirkiyeya Demokratîk û Kurdistana Xweser, em ban gli ciwanan, şoreşger, sosyalîst, welatparêz, hemû dijberên faşîzma AKP'ê, hêzên çep û sosyalîst ên Tirkiyeyê û hemû derdoran dikin ku bi pêşengiya berxwedana xwerêveberiyê têbikoşin.
Li ser vê bingehê em careke din şehîdên xwe yên meha Sibatê bibîr tînin û careke din soza xwe dubare dikin ku bîranînên wan bi ser bixînin.
Komploker wê têk biçin, azadî wê bi ser bikeve."