PJAK’ê ji bo mexdurên erdheja li Îranê banga alîkariyê kir

PJAK’ê ji bo mexdurên erdheja li Îranê banga alîkariyê kir

Koordînasyona Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) di derbarê erdheja li eyaleta Îranê Azerbaycanê pêkhatî de daxuyaniyek nivîskî da. PJAK bang li gelê Kurd ê li Rojhilatê Kurdistanê jî kir ku bi hemû hêza xwe hevxemî û hemderdiya malbatên mexdûrên erdhejê û gelê Azerî bikin, bi hemû awayan hewl bidin birînên ji ber erdhejê vebûyî derman bikin û bi vî awayî bi erk û wezîfeyên xwe yên mirovane rabin.

Di daxuyaniyê de xemiya bi malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane re hate destnîşankirin û ji birîndaran re saxî û selamatî hate hêvîkirin.

Koordînasyona PJAK ku li ser erdheja li Îranê rû da de ku di encamê de bi sedan kesan jiyana xwe ji dest da û bi hezaran jî birîndar bûne daxuyaniyek da.

PJAK di daxuyaniya xwe de bal kişand ser xemsariya dewletê ya di derbarê wergirtina tedbîran de û ragihand ku tevî Îran li ser xeta erdhejê ye, rejîm ji bo di vê derabrê de hem di warê serwextkirina gel û hem jî di mijara avakirina xanî û bînayiyên xweragir de ti hewldanan nake.

Koordînasyona PJAKê ku xemgîniya xwe ya ji ber erdhejê anî ziman, sersaxî li hemû gelê Azerî ku di erdhejê de zerare kmezin lê bû kir û diyarkir ku divê gelên li Îranê dijîn, çanda hevkariya di navbera xwe de xurt bikin.

PJAK bang li gelê Kurd ê li Rojhilatê Kurdistanê jî kir ku bi hemû hêza xwe hevxemî û hemderdiya malbatên mexdûrên erdhejê û gelê Azerî bikin, bi hemû awayan hewl bidin birînên ji ber erdhejê vebûyî derman bikin û bi vî awayî bi erk û xwezîfeyên xwe yên mirovane rabin.