Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

PJAK: Berxwedana li Rojava wê bi yekîtiya neteweyî bi ser bikeve

PJAK'ê ji bo xwedîderketina li Rojava banga parastina yekîtiya demokratîk û neteweyî ya heyî kir.

Meclisa Partiya Jiyana Azad ya Kurdistanê (PJAK) bi boneya yazdemîn salvegera rizgarkirina Kobanê peyamek belav kir.

Peyam wiha ye:

"Berxwedan û têkoşîna şoreşgerî ya li Kobanê weke Şerê Gelê Şoreşgerî rûda û bû xalek dîrokî. Taritiya DAIŞ’ê bi piştgiriya hemû hêzên herêmî yên weke Tirkiyeyê, êrişên ji bo tinekirin û qirkirina gelê Kurd dsetpê kir. Bê guman eger berxwedana Kurdan ya bi yekitiya netewî û demokratîk, pêknehatiba, wê hemû Rojavayê Kurdistanê rûbiruyî qirkirinê hatiba.

Ji bo ku Kurd ji qirkirin û dagirkeriya dijmin xilas bibin, pêwîstiya Kurdan bi çîrokên dîrokî yên mîna Kobanê heye.

Em bang li hemû gelê xwe yê li her çar parçeyên Kurdistanê dikin, vê yekîtiya netewî û demokratîk ya ku niha ji bo parastina Rojava û beramberî dewleta Suriyeyê heyî biparêzin.

Têkoşîna parastinê ya li Rojava, wê bivê yekîtî û têkoşînê bigihi serkeftinê û gelê Kobanê hertim, serbilind û berxwedêr bimîne."