Şuraya Dewletê der bare Selîm Sadak de biryara ji peywirêgirtinê dabû û Selîm Sadak der barê vê de îtîraz kiribû. Îtîraza Sadak hate qebûlkirin.
Bi rojan bû sazî û gelê Sêrtê bertek nîşanê vê biryarê didan. Ligel bertekan îtîraz jî hatin kirin û serî li Wezareta Karê Hundir dan. Serlêdan û îtîraz bi encamp bû. Îtîraza Sadak ya ku hatibû kirin ji aliyê dadgehê ve hate qebûlkirin.
Selîm Sadak ku ji aliyê gel jib o 5 salan şaredar hate hilbijajrtin, heta hilbijartinên din dê li ser peywira xwe be.
Der heqê Sadak de di sala 2006’an de ji ber axaftineke li mala şînê ya Hezexê 5’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê 10 meh ceza birîbû. Piştî ku ceza ji aliyê Dadgeha Bilind ve hate qebûlkirin ji peywirê hatibû girtin.