Piştî êrîşa li dijî Fermandariya Qelqeliyê îdîaya 'Serdar întîhar kir'

Piştî êrîşa li dijî Fermandariya Qelqeliyê îdîaya 'Serdar întîhar kir'

Şevê din li navçeya Qelqeliya Wanê di demjimêr 21.30'an de li dijî Kişlaya Şehîd Kidemli Başçavuş Erkan Durukan êrîşa bi roket pêk hat. Îro jî hate îdîakirin ku Fermandarê Fermandariya Cendirmeyan Serbaz Fuat Aybar întîhar kir û bi giranî birîndare.

Li navçeya Qelqeliya Wanê şevê din di demjimêr 21.30'an de li dijî lojmanên Kişlaya Şehîd Kidemli Başçavuş Erkan Durukan êrîşa bi roket pêk hat. Hate zanîn ku, guleyên roketê li dîwarê lojmanan ketine û derbarê mirin û birîndaran de agahî nehat zanîn. Hate hînbûn ku piştî êrîşê leşkeran bersiv da û operasyona leşkerî hate destpêkirin.

Îro jî hate îdîakirin ku li Fermandariya Cendirmeyan ku rastî êrîşa bi roket hat, Fermandar û Serbaz Fuat Aybar ketiye nava hewldana întiharê. Hat îdiakirin ku Aybar gule berdaye serê xwe û rakirine Nexweşxaneya Tipê ya Zaningeha Yuzuncu Yilê ya Wanê.