Piştî koçberkirin û bendavan niha jî qutkirina înternetê

Li Tirkiyeyê her çiqas desthilatdar bên guhertin jî tirsa li hemberî gelê Kurd her ku diçe zêde dibe û ti guhertin pêk nayên.

Li Tirkiyeyê her çiqas desthilatdar bên guhertin jî tirsa li hemberî gelê Kurd her ku diçe zêde dibe û ti guhertin pêk nayên. Ji ber vê tirsê bi salane ku civaka Kurd di hedefa desthilatdaran de ye û rastî êrîşên tûnd ên cûda tê. Desthilatdarên ku bi avabûna Tevgera Azadiyê re ketin nav tirseke mezin cara yekemîn bi hinceta ewlehiyê koçerên zozan û çiyayê Kurdistanê ji xwe re kirin hedef û koçeran bi awayekî bi lez û bez ji çiya û zozanan dû rxistin û berê wan dan metropolan. Desthilatdarên ku zozan û çiyayê Kurdistanê ji koçeran valakirin, bi salan e ketine nêçîra mirovan û bi hezaran mirov li van deveran bi awayekî hovane qetil kirin. Ligel vê hovîtiya xwe jî desthilatdarên Tirkli hemberî Tevgera Azadiyê bi ser neketin û roj bi roj li hemberî Tevgera Azadiyê têk çûn. Desthilatdarên ku ji vê hovîtiya xwe ders  negirtin piştî salan xaka Kurdistanê ji xwe re careke din kirin hedef û dest bi talankirina xaka Kurdistanê kirin.

KURDAN BI DARÊ ZORÊ KOÇBER KIRIN

Desthilatdarên ku dûrxistina koçeran a ji zozan û çiyayan bes nedîtin bi heman hişmendiyê dest bi avakirina bendavan kirin. Di vê çarçoveyê de bi salane desthilatdarên Tirkli ser xaka Kurdistanê bi hinceta ewlehiyê bi sedan bendav avakirin û bi milyonan Kurd ji gundan dûrxistin û berê wan dan bajarên Tirkiyeyê. Desthilatadarên ku bi polîtîkayên xwe yên ewlehiyê Kurdan ji ser av û axa wan dûrxistin li bajaran neçarî birçîbûn û xîzaniyê kirin.

BAJARAN KIRIN NAVENDÊN BERXWEDANÊ

Lê ev jî nebû çare û Kurd ligel xîzaniya xwe jî xwe li bajaran bi rêxistin kirin û li hemberî polîtîkayên dewletê yên pişaftinê serî ne tewandin û bajarên ku lê bi cih bûn kirin navendên berxwedan û serhildanê. Di encama van berxwedan û serhildanan de Kurdan di nav salan de destkeftiyên mezin bi dest xistin. Piştî ewqas tûndî û polîtîkayên ewlehiyê jî Kurd ji doza xwe venegeriyan û li meclisê bi partiyên wekî DTP, BDP Û HDP'ê temsliyetek mezin bi dest xistin.