Piştî êrîşa li dijî qereqolê şer derket û bomberdûman hat kirin
Li Dersîmê, piştî ku gerîla li qereqeola Karaoglan xistin, operasyon hat destpêkirin û helîkopteran û balafirên şer bombe li gelek nuqteyan barandin.
Li Dersîmê, piştî ku gerîla li qereqeola Karaoglan xistin, operasyon hat destpêkirin û helîkopteran û balafirên şer bombe li gelek nuqteyan barandin.
Li herêma navbera navçeyên Xozad û Pulur ên Dersîmê, duh danê sibehê gerîlayan êrîşî qereqola Karaoglanê kirin. Piştî vê çalakiyê operasyon hat destpêkirin û heta danê êvarê dewam kir. Li ser hejmara leşkerên mirî û birîndar ên dema çalakiya li dijî qereqolê agahiyeke zelal bi dest neket. Di navbera leşkerên derketin operasyonê û gerîla de şerekî dijwar qewimî.
Şer heta danê êvarê dewam kir û li bejahiya gundê Pakire yê Xozadê belav bû. Di dema şer de helîkopteran jî bombe li herêmê barandin.
Wekî din balafirên şer ên ji Balafirgeha Elhaç a Meletiyê rabûn, bombe li bejahiya Geliyê Balî barandin.