Pirsgirêka Kurd êdî di rojeva Erdogan de tune ye!

Pirsgirêka Kurd êdî di rojeva Erdogan de tune ye!

Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ji bo beşdarî kongreya partiya xwe ya Amedê bibe hat Amedê û axaftinên xwe yên berê dîsa dubare kir. Ji axaftinên Erdogan hat famkirin ku êdî pirsgirêka Kurd di rojeva Erdogan de tune ye û dîsa dest bi pesndan kiryarên AKP’ê kir.

Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, di kongreya bajêr a partiya xwe ya li Amedêde axivî. Peyamên Erdogan di vê serdana xwe ya Amedê de dan ji peyamên di serdanên berê dabû de kambaxtir bûn. Hat dîtin ku Erdogan li rastî eleqeyek pir kêm hat.

LI RASTÎ ELEQEYÊ NEHAT!

AKP’ê di hilbijartinê de 250 hezar deng wergirtibû, lê tenê 3 an jî 4 hezar alîgirên wî çûn pêşwaziya Erdogan. Piraniya vana jî ji bajar û navçeyên din anîbûn navenda Amedê. Erdogan di axaftina xwe de gelek caran weke her carê got ‘birayên min ên bi eslê xwe Kurd” lê belê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd tu tiştek negot.

Erdogan di axaftina xwe de nîşan da ka ew û desthilatiya xwe ji pirsgirêkên civakî yên li herêmê dûr e. Erdogan careke din dest bi heqaretên li hemberî Kurdan kir û ji vê yekê CHP’ê jî para xwe girt.

MEZINTIRÎN GIRTÎGEHA CÎHANÊ!

Erdogan dîsa dest bi sucdarkirina şaredariyên BDP’yî kir û got; “BDP dengên birayên min ên Kurd digire, lê belê tu xizmetekê ji Kurdan re nake.” Erdogan qet behsa zilma xwe ya ku li Kurdan dike nekir. Tirkiye îro di warê binpêkirinên mafên mirovan de bûye şampiyonê cîhanê û di bin navê terorê de girtin û binçavkirin tu sînoran nas nake. Tirkiyeya Erdogan bûye mezintirîn girtîgeha cîhanê.

LIXWEMIKÛRHATINA FAŞÎZMÊ!

Erdogan di axaftina xwe de her tim BDP û CHP’ê şibandin hev û got; “CHP jêdera pirsgirêka Kurd e, BDP jî îstîstmarkara pirsgirêka Kurd e.”

Erdogan got; “Me zextên CHP û BDP’ê ji holê rakir” û bi vê gotinê careke hewldanên xwe yên faşîzan ên li hemberî muxalefetê îtîraf kir.

LI DEREWÊ BINÊRIN: QAŞO LI AMEDÊ PARTIYA WÎ YEKEMÎN E!

Erdogan di dema axaftina xwe de got; “Em li Amedê partiya yekemîn in” û bi vî awayî derewek pir mezin kir. Lê AKP tu carî li Amedê nebûye partiya yekemîn.

Berovajiyê daxuyaniyên Erdogan, di dema desthilatiya AKP’ê de Kurdan her dim dengên xwe di hilbijartinan de zêde kirin û hema bêje hejmara parlemeterên Kurdan ên li Amedê bû du qat.

DI ROJEVA WÎ DE PIRSGIRÊKA KURD TUNE YE

Ji daxuyaniyên Erdogan diyar bû ku êdî pirsgirêka Kurd ji rojeva xwe derxistiye û behsa pakêta xwe ya sêyemîn a darazê kir. Erdogan îdîa kir ku ew ê mafê azadiya çapemeniyê û parastinê xurt bikin û diyar kir ku ew ê di warê jiyana taybet de jî naziktir tevbigerin. Erdogan qedexeyên li pêşiya azadiya çapemeniyê û mafê parastinê her tim zêdetir dike û bi vê pakêtê jî dê qedexeyên nû bîne.

Erdogan diyar kir ku mizgîniya wî ya sereke 4. Reforma Edaletê ye û diyar kir ku wana ji bo vê yekê dest bi xebatê kirine. Erdogan îdîa kir ku ew ê darizandinên li DMME’yê lêkolîn bikin, ew mijarên ku Tirkiye têde mehkûm bûne ji holê rabikin û diyar kir ku ew ê parastina mafê jiyanê xurtir bikin. Lê heman Erdogan ji bo Komkujiya Roboskê ya ku 34 ciwanên Kurd têde jiyana xwe ji dest dan ne lêborînek xwest û ne jî berpirsên wê derxist holê. Berovajiyê wê ji bo komkujiyê binixumîne serî li hemû şantaj, gef, tehdît û zextan dide.

PIŞTÎ GIRTÎGEHÊ MIZGÎNIYA MIZGEFTÊ!

“Mizgîniya” dawî ya Erdogan jî vê carê jî mizgeft bû. Erdoganê ku beriya demekê bi “girtîgehek nû” ve hatibû Amedê-, vê carê jî got ku ew ê mizgeftek ji 10 hezar kesî ava bikin.