Pîrên Elewî: Di şexsê Tahîr Elçî de xwestin guleyê berdin aştiyê
Nerazîbûna li hemberî qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî dewam dike. Pîrên Elewiyan diyar kirin ku hêza gule berda Tahîr Elçî xwest aştiyê qetil bike, lê belê ew ê bi ser nekevin.
ANF
DÊRSIM
în, 4 berfanbarê 2015, 10:30
Nerazîbûna li hemberî qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî dewam dike. Pîrên Elewiyan diyar kirin ku hêza gule berda Tahîr Elçî xwest aştiyê qetil bike, lê belê ew ê bi ser nekevin.
Pîrên Elewiyan li ser mijarê ji ANF'ê re axivîn.
DUYEMÎN SÛÎQESTA PARÎSÊ
PÎR ZEYNEL: Bi kesayetiya xwe ya alîgirê demokrasiyê û rewşenbîriyê dihat naskirin. Zîrek bû û ji bo aştiyê têdikoşiya. Em hemû dizanin ku wî ti carî neheqî qebûl nekir. Ji bo aştiyê di nava hewldanan de bû. Yên ku ev nexwestin, bi texmîna min xwestin wî bi rêbazeke kuştina kiryar nediyar qetil bike. Di nava ewqas polîsan de çawa Tahîr Elçî dikare bê qetilkirin. Dîmen hene. Tê de xuya dike ku polîs çeka duyemîn derdixîne. Der barê qetilkirina Tahîr Elçî de gelek pirsên bersivê dixwazin hene. Divê ev cînayet bê ronîkirin. Ji bo me tê wateya duyemîn sûîqesta Parîsê.
ALÎ EKBER FÎRÎK: Qasidê aştiyê bû, lê hat qetilkirin. Niha nayê zanîn ji aliyê kê ve hatiye qetilkirin, lê belê kê Tahir Elçî qetil kiribe, lenet lê bê. Derbek li aştiyê hatiye xistin e. Fîşekek li mirovahiyê hatiye xistin e. Pêwîstiya me bi mirovên weke wî heye. Dema mirov li herikîna dîrokê binêrin, wê were dîtin ku mirovên rastî anîne ser ziman her tim hatine qetilkirin.
'NESÎMÎ JÎ BI AWAYEKÎ RAST AXIVÎ, ÇERMÊ WÎ GURANDIN'
Yên bi awayekî rast axivîn her tim hatin qetilkirin. Ji ber ku Nesîmî bi rastî diaxivî, çermê wî gurandin. Lê em ê her tim bi awayekî rast biaxivin. Bila rehma Xwedê lê be û em ji malbata wî re sersaxiyê dixwazin.
Di vê tarîtiya kaosê ya li Tirkiyeyê de, Tahîr Elçî findek vêxistibû. Tevahiya raya giştî ji ber qetilkirina Tahîr Elçî xemgîn bû. Fîşekek li aştiyê hatiye xistin e. Pêwîste ev cînayet bê ronîkirin. Daxwaza gelê me ev e."