Pira Qereqozaxê ya ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve par hat hilweşandin, ji nû ve tê çêkirin.
SÎNAN DENÎZ
KOBANÊ
duşem, 6 pûşperê 2016, 07:00
Pira Qereqozaxê, di dema pêngavên rizgarkirina Kobanê û derdora wê de ket bin kontrola şervanên YPG/YPJ'ê. Ev pir ji aliyê başûr ve herêmên Kobanê û Minbicê digihêjîne hev. Pira li gundê Qereqozaxê yê Sirrînê, ku ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatibû xerakirin, ji nû ve tê çêkirin.
Bi pêngava 1'ê Hezîranê re, piştî ku herêma derdora pirê hat ewlekirin, xebatên ji nû ve avakirinê destpê kirin.
Tê payîn, karê ji nû ve avakirinê di demeke kurt de biqede. Makîneyên kar û qemyon bênavber dixebitin. Ji şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk ên di nava karê ji nû ve avakirinê de cih digirin Mûstaa Kobanê, karê ji nû ve avakirinê û girîngiya herêmê nirxand.
Mûstafa Kobanê da xuyakirin, ku ew ê di demeke kurt de pira Qereqozaxê çêbikin û bi vê rêyê, Pênava Ebû Leyla bêhtir bi lez bimeşînin. Mûstafa Kobanê destnîşan kir, ji nû ve avakirina pirê wê bibe alîkar ji bo çeteyên DAIŞ'ê bi temamî ji Bakurê Sûriyeyê bên derxistin.