Peyama dîrokî wê li Silêmaniyeyê ji ekrana mezin bê weşandin

Peyama dîrokî ya Rêber Apo wê li bajarê Silêmaniye yê Başûrê Kurdistanê ji ekranên mezin bê weşandin.

EKRANÊN MEZIN TÊNE DANÎN

Heyeta Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) wê îro saet di 17:00 de li Stenbolê piştî hevdîtina bi Rêber Apo re daxuyaniyê bide. Ji bo daxuyaniya dîrokî li bajarê Silêmaniye yê Başûrê Kurdistanê wê ekranên mezin bêne danîn.

Daxuyanî wê li Parka Azadî ji ekranên mezin bi rengekî zindî bê weşandin.