'Pêwîst e Tirkiye bibe 25 herêmên xweser'
Rêxistinên DBP’e û HDP’ê yên Bajarê Qersê bi mijara, “Pirsgirêka Kurd û Modelên Çareseriyê” panelek li dar xistin. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Emîne Ayna û Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen jî tevlî panelê bûn
Rêxistinên DBP’e û HDP’ê yên Bajarê Qersê bi mijara, “Pirsgirêka Kurd û Modelên Çareseriyê” panelek li dar xistin. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Emîne Ayna û Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen jî tevlî panelê bûn
Rêxistinên DBP’e û HDP’ê yên Bajarê Qersê bi mijara, “Pirsgirêka Kurd û Modelên Çareseriyê” panelek li dar xistin. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Emîne Ayna û Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen jî tevlî panelê bûn.
Panela, “Pirsgirêka Kurd û Modelên Çareseriyê” li Qersê hate lidarxistin. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Emîne Ayna di panelê de axivî, wek rêbazê çareseriyê konfederalîzma demokratîk nîşan da. Berdevkê HDP’ê Bîlgen jî bal kişand ku têkoşîna herî wêrek û bi biryar tevgera Kurd dimeşîne.
Rêxistinên DBP’e û HDP’ê yên Bajarê Qersê bi mijara, “Pirsgirêka Kurd û Modelên Çareseriyê” panelek li dar xistin. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Emîne Ayna û Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen jî tevlî panelê bûn.
Li Salona Dawetê ya Mavî ya ku panel lê hat lidarxistin, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK’ê, pankartên, “Em xwerêveberiyan silav dikin” û “Cejna vejînê li Rêber Apo û Kurdan pîroz be” hatin daliqandin.
Di panelê de li ser navê ciwanan, Okan Taş salvegera damezirandina PKK’ê ya “gelekî mirî ji xweliya wê afirandî” pîroz kir.
BÎLGEN: TÊKOŞÎNA HERÎ WÊREK Û BI BIRYAR TEVGERA KURD DIMEŞÎNE
Berdevkê HDP’ê Bîlgen jî diyar kir ku bi fedakartiyeke mezin, di têkoşîneke hebûnê ya ku bi wêrektiyek mezin û ji şertên zor de îro li hember zîhniyeteke ku tevahî cîhanê tehdît dike, li dijî mekanîzmaya komkujiyê, têkoşîna herî wêrek û bi bîryar tevgera Kurd dimeşîne.
Bîlgen behsa asta tevgera Kurd a li Rojhilata Navîn jî kir û ev gotin: “Aştiya civakî çareserî ye, muxatabên pirsgirêka jiyana hevpar jî tevahî beşên civakê yên tên pelçiqandin in. Hêza ti kesî nagihê ku muxatabên bi operasyonên li ser maseyan aktoran diyar dikin çêbikin.
AYNA: YÊN GUHERTINÊ DISPÊRIN DEWLETÊ KURD IN
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Emîne Ayna jî got yên guhertinê dispêrin dewleta Komara Tirk, Kurd in.
MODELA KONFEDERALÎZMA DEMOKRATÎK
Ayna bal kişand ser xweseriya demokratîk jî, destnîşan kir ku pergaleke dikare bi şêwazê herî baş daxwazên neteweyî û siyasî pêşwazî bike ev model e. Ayna wiha berdewam kir: “Em behsa 25 herêmên xweser di Tirkiyeyê de dikin, pêşniyara me ev e. Wê li vir berjewendiyên gel tine bê hesibandin, em teqez li hember vê derdikevin. Tiştê ku em dibêjin konfederalîzma demokratîk jî modelek îdeal a li hemberî vê ye.”
Ayna û yên pê re, piştî panelê derbasî Dîgorê bûn û li vir Şaredariya Dîgorê ya Hevserokên wê hatine girtin ziyaret kirin.