'Pêwîst e kesên piştgirî dane çeteyan bên tespîtkirin û darizandin'

Rêxistinên Mafê Mirovan têkildarî êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya 25’ê Hezîranê li hember Kobanê li bajêr lêkolîn kirin.

Rêxistinên Mafê Mirovan têkildarî êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya 25’ê Hezîranê li hember Kobanê li bajêr lêkolîn kirin. Serokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan ê di heyeta ÎHD, FÎDH û Euromed cih digire got: “Hêz û dewletên piştgiriya çeteyan dikin jî divê bên tespîtkirin û darizandin. Ji bo neqlî Dadgeha Ceza ya Navneteweyî bê kirin pêwîst e belge û dane bên derxistin.”

Heyeta mafê mirovan a di nav de Serokê Giştî yê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD)’ê Ozturk Turkdogan, nûnerê Tora Mafê Mirovan a Ewropayê ya Derya Spî Osman Îşçî, Alîkarê Serokê Federasyona Mafê Mirovan a Navneteweyî Yûsûf Alataş hene têkildarî êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya 25’ê Hezîranê lêkolîn kirin.

Heyeta ji Tora Mafê Mirovan a Ewropayê ya Derya Spî, Federasyona Mafê Mirovan a Navneteweyî pêk tê bi hin xizmên kesên di komkujiya Kobanê de jiyana xwe ji dest dane û rayedarên Kantona Kobanê re hatin gel hev.

Di hevdîtina ku li avahiya hikûmeta kantonê pêk hat, Serokwezîrê hikûmeta kantonê Enwer Muslim, Hevseroka PYD’ê Asya Ebdulah, endama Koordînasyona Yekîtiya Star Rûken Ehmed, endamên komîsyona ku ji bo navên kesên di komkujiya Kobanê de jiyana xwe ji dest dane tespît bikin hat avakirin heyet pêşwazî kir.

Hevseroka PYD’ê Asya Abdullah a destpêkê axivî, diyar kir ku ev yekemîn heyeta ku piştî komkujiyê hatiye Kobanê û heyet spas kir.

Ebdullah anî ziman ku serdaneke girîng e û bi armanca komkujî di aliyê hiqûqa navneteweyî de bê lêkolînkirin komîsyonek ava kirine. Ebdullah axaftina xwe wiha domand: "Me ev jî ji bo pêşkêşkirina saziyên navneteweyî bikin, me kir rapor. Piştî temamkirina raporên cuda cuda tên amadekirin, wê ew rapor bibin yek û bi awayekî fermî pêşkêşî raya giştî bê kirin. Em ê nexşerêya xwe ya ji niha û şûn ve li gor raporê diyar bikin.”

‘ŞERÊ NAVXWEYÎ YÊ SÛRIYEYÊ WÊ NEQLÎ DCN BIBE’

Serokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan anî ziman ku li Kobanê li hember mirovatiyê sûc hatiye kirin û sersaxî ji gelê Kobanê re xwest. Ozturk axaftina xwe wiha domand: "Em tiştên dikarin bikin nîqaş dikin. Di merheleya Dadgeha Ceza ya Navneteweyî de em amade ne ya ji destê me bê bikin. Wê şerê navxweyî yê Sûriyeyê neqlî Dadgeha Ceza ya Navneteweyî bê kirin. Em ji vê bawer in. Lewma em bawer in wê berpirsyar bên cezakirin. Bi taybetî ku hovîtiyek di şexsê Kobanê de rû daye, beriya niha di hevdîtinên li gel malbatên xizmên xwe windakirî de em bûn şahid. Rapora ku me amade kiriye girîng e. Wê ev di asta belgeyan de bin. Hêz û dewletên piştgiriya çeteyan dikin jî divê bên tespîtkirin û darizandin. Ji bo neqlî Dadgeha Ceza ya Navneteweyî bê kirin pêwîst e belge û dane bên derxistin.”

Alîkarê Serokê Federasyona Mafê Mirovan a Navneteweyî Yûsûf Alataş jî  diyar kir ku rapora hatiye amadekirin girînge  û wê neqlî Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewrûpayê bikin.

Piştre endama komîsyona ji bo kesên di komkujiya Kobanê jiyana xwe ji dest dane  bên tespîtkirin hatiye avakirin, Narîn Temo mafê axaftinê girt û daneyên ku bi dest xistine bi heyetê re parve kir. Temo got, “Di encama lêkolînên me kirine 250 sivîlan jiyana xwe ji dest dane, ji van 64 jê jin, 35 jê zarok ên din jî zilam in.” Temo da zanîn ku zarokên di komkujiyê de hatine qetilkirin 23 ji wan kur, 12 ji wan keç û yê herî biçûk jî 9 mehî ye. Temo axaftina xwe wiha domand: “Di 18 malê de hem dayik û hem jî bav hatine qetilkirin. 93 zarok hem bê dayik û bê bav mane. Di hinek malbatan de 12-13 kesan jiyana xwe ji dest dane. Hejmara malbatên ku rastî komkujiyê hatine jî 153 ne.”

Heyet piştî lêkolîn û hevdîtinan di Deriyê Murşîtpinarê re vegeriya Pirsûsê.