Pevçûn belav dibin: 1 jê bînbaşi, 3 leşker mirin

Pevçûn belav dibin: 1 jê bînbaşi, 3 leşker mirin

Şer û pevçûnên di navbera gerîlayên HPG’ê û artêşa Tirk de her ku diçin dijwartir dibin. Tevî Fermandarê Cendirmeyan ê Navçeya Licê bînbaşi Ercan Kurt, 3 leşker hatin kuştin. Di teqîna li Geverê de 2 leşker birîndar bû, li Katoyê pevçûnên dijwar diqewimin.

LI LICÊ BÎNBAŞIYEK HAT KUŞTIN

Li navçeya Licê ya Amedê di dema derbarbûna karwanê leşkerî yê artêşa Tirk de li ser 3’yemîn kîlometreya rê teqînek pêk hat. Li gorî agahiyan, di encamê de Fermandarê Fermandarê Cendirmeyan ê Navçeya Licê bînbaşi Ercan Kurt û 2 çawişek pispor mirin.

LI GEVERÊ TEQÎN: HERÎ KÊM DU LEŞKER BIRÎNDAR BÛN

Hate zanîn ku li qada sergo Çemê Pilong yê 15 kîlometre dûrî Geverê dema konvoya leşkerî derbas dibû teqîn pêk hat. Di teqînê de leşkerên bi navê Yusuf Petekkaya û Îbrahim Kanat birîndar bûn. Leşkerên birîndar rakirin nexweşxaneya dewletê ya Geverê. Piştî teqînê gelek helîkopterên kobra çûn herêma teqînê. Li herêma Peyanisê jî operasyona leşkerî hate destpêkirin

LI SILOPÎ TEQÎN

Li Sîlopiyê jî şevê din li dijî lojnamên Gumrukê yên taxa Ofisê saet di 23.00'an de êrîşa bi bombe pêk hat. Di êrîşa bi bombe de der barê kuştin û birîndaran de agahî nehat girtin.

LI KATOYÊ PEVÇÛN

Li herêma Çiyayê Kato yê Elkê ya Şirnexê operasyona leşkerî hate destpêkirin. Piştî operasyona leşkerî di navbera gerîlayan û leşkerên Tirk ku derketibûn operasyonê de pevçûn rû da. Hate zanîn ku li qontara çiyayê Kato, Marunîs bejahiya Jirkayê şevê din operasyona leşkerî hate destpêkirin. Piştî ku duh êvarî operasyona hate destpêkirin, serê sibê saet di 05.00'an de pevçûn qewimî. Der barê kuştin û birîndaran de tu agahî nehatiye dayîn. Hate diyarkirin ku li herêmê guleyên hewan û obusan tê avêtin û pevçûn bi awayekî dijwar didome.

TURÎSTÊ ÎNGLÎZ SERBEST HAT BERDAN

Hate ragihandin ku gerîlayên HPG’ê turîstê Îngilîz ê ku li navçeya Licê ya Amedê girtibûn binçavan, şevê din demjimêr di 22.00 de li bejahiya navçeya Dara Hênê ya Çewlikê serbest berdan.

Waliyê Amedê Mustafa Toprak nûçeyê pirast kir û diyar kir ku dê turîstê Îngilîz piştî lêpirsîna li navçeya Dara Hênê ya Çewlikê bînin Amedê. Toprak diyar kir ku operasyona li herêmê didome.