BI DÎMEN

Perwerdeya ciwanan a li Şengalê bi dawî bû

Li çiyayê Şengalê, Dewreya Perwerdeya Zivistanê ya Şehîd Azad, ku 22 ciwanên Êzidî tê de cih girtin, bi dawî bû.

Li çiyayê Şengalê, Dewreya Perwerdeya Zivistanê ya Şehîd Azad, ku 22 ciwanên Êzidî tê de cih girtin, bi dawî bû. Di merasîma bidawîbûna dewreya perwerdeyê de ji Koordînasyona Akademiya Ciwanan Bêrîtan Şengal peyivî û di xebatên ji nû ve avakirina Şengalê de bal kişand ser girîngiya rola jin û ciwanan.

Bêrîtan Şengal got, "Li dû azadkirina Şengalê, bidawîkirina dewreyeke perwerdeyê ya ciwanan bi awayekî serketî, ji bo me cihê kêfxweşiyê ye. Ji aliyê moralê ve hêzê dide. Ev perwerde wê ji dewreyên din ên perwerdeyê re bibe bingehek. Di avakirina Şengalê de jin û ciwan xwedî potansiyeleke mezin in. Divê ev bi perwerdeyê re were kifşkirin û ji bo xizmeta gel bê bikaranîn. Em di wê baweriyê de ne ku ciwanên me, bi hêza ji perwerdeye wergirtî re ew ê roleke bêhtir aktîf bilîzin û Şengalê ji nû ve ava bikin."

Cemîl Şengal li ser navê akademiya ciwanan axivî û got, "Em hêvîdar in ku bi akademiyê re wê kesayetên karibin civakê bi rê ve bibin werin afirandin. Di merasîma sondxwarinê de coşek hebû, daxwaza bi lez û bez tevlî kar bibe, dihat dîtin. 22 hevalên di perwerdeyê re derbas bûn, wê di xebatên leşkerî, siyasî û civakî de cih bigirin û beşdarî pratîka ji nû ve avakirinê û rêxistinkirinê bibin."

Her wiha ji bo 3 ciwanên di perwerdeya 20 rojan de ji aliyê perwerdeya leşkerî ve serketî bû, xelat hat dayîn. Merasîm bi bernameya çandê bi dawî bû.

...