Pêngava Xezeba Firatê: 9 çete hatin kuştin

Pêngava Xezeba Firatê kete roja 9’an. Çeteyên ku xwestin pêşketina şervanan asteng bikin, hatin şikandin.

Pêngava Xezeba Firatê ya bi mebesta rizgarkirina Reqqayê di roja xwe ya 9’an de berdewam dike, li herêmê şer didome. Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, çeteyên DAIŞ’’ê bi mebesta ku pêşiya şervanên Odeya Çalakiya Xezeba Firatê bigire saet 04.00’an êrîş bire ser gundên Sêgurl û Mecbenî.

Di şer giran de 9 çete hatin kuştin û êrîş hate şikandin. Hate diyarkirin ku şer car caran berdewam dike.

Sêgulk û Mecbenî li mintiqeya Kadiriyê dimîne û di rojên bihurî de ji hêla şervanên li aliyê Kadiriye ve hatibû rizgarkirin.