BI DÎMEN

Pêngava “Hemleya Xezeba Xaburê” asta HSD’ê nîşan da

Şervanên HSD’ê bi pêngavek profesyonel ve kelha herî dawî ya DAIŞ’ê ya li kantona Cizîrê jî xistin. Pêngava di asta derbeyek mezin e ji bo DAIŞ’ê, nuqteya profesyonelbûna operasyonel a HSD’ê jî nîşan dide.

HSD’e li aliyê Holê ji Çiyayê Kizwanê 90 kîlometreyan ve li Şeddadê zivirî, bi awayekî lezgîn û profesyonel li çeteyên DAIŞ’ê dorpêç kirin û di demek kurt gihiştin serketinê.

Her wiha li gor daxuyaniya fermî ya HSD’ê operasyon, 16’ê Sibatê destpê kiribû. Lê, HSD’ê destpêkirina operasyonê 18’ê Sibatê îlan kir, ev jî nîşan dide ku ‘Hemleya Xezeba Xabûrê’ bi awayekî operasyonel pêş ket.

Dîsa, hin dîmenên kamerayan kişandin jî, ji bo bêbandorkirina wesayîtên bombebarkirî yên çeteyên DAIŞ’ê jî balê dikşîne ku şervanên HSD’ê mayinan datînin ser rê.