Pênciwinî: Çapemeniya Kurd rola xwe pêk nayne

Pênciwinî: Çapemeniya Kurd rola xwe pêk nayne

Endamê KNK’ê yê Başûrê Kurdistanê Mihemed Emîn Pênciwînî diyar kir ku dewleta Tirk bi tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwaze şoreşa gelê Kurd bifetisîne, lê belê îspat bûye ku ev rêbaz bi ser nakeve. Pênciwînî got ; “Aşkera bûye ku bi operasyonên leşkerî û siyasî, bi rêbazên şerê taybet û yê psîkolojîk dewleta Tirk nikare encaman bigre û bi çend gavên ji rêzê jî pirsgirêka Kurd çareser nabe. Bîst sal jî derbas bibin dewleta Tirk naçare ku di dawî de PKK’ê û Ocalan muxatap bigire, ji ber ku nûnerên gelê Kurd ew in.” Pênciwînî bal kişand ser rola çapemenîyê û diyar kir ku di roja îro de giraniya şer bi riya çapemenî tê meşandin û rexne li çapemenîya Kurd jî kir ku propagandaya tekoşîna gelê Kurd rast nakin.

Endamê KNK’ê Mehemed Edmîn Pênciwînî beşdarê bernameya Serinc a Stêrk Tv bû û diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û astengkirina hevdîtinan li dijî huqûqa navnetweyî ye. Pênciwînî got; “Ev kiryar di heman demê de li dijî makeqanûna dewleta Tirk e jî. Tirkiye bi vê awayî qanûnên xwe bin pê dike.”

Pênciwînî wiha domand; “Li gor hemû yasayên navnetewî mafê birêz Ocalan heye ku her hefteyê rojekî li gel parêzerên xwe hevdîtinê bike. Lê belê ev salek e hevdîtin bi awayek keyfî tên astengkirin. Birêz Ocalan di Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) de jî hate dadgehkirin. Ji ber doza wî dozek navnetewî ye divê li gor normên huquna navnetewî tevbigerin. Tecrîd ne huquqî û yasayî ye”. Pênciwînî tecrîda li ser Ocalan weke êrîşê bi nav kir û got; “Ev yek êrîşeke li ser birêz Ocalan. Bê guman her kes jî dizane ku birêz Ocalan ev 13 sal in di şert û mercên giran yê Îmraliyê de, di nava huçreyek takekesî de jî karî tekoşîna gelê Kurd li ser lingan bigre û pêş de bibe. Dewleta Tirk li hember vê rastiyê bê tehemûl e. Ji ber vê yekê êrîşê birêz Ocalan dike. Êrîşa li ser birêz Ocalan êrîşa li dijî gelê Kurd e û li dijî şoreşa gelê Kurd e. Jixwe dema êrîşê gelê Kurd bijin ji Ocalan destpê dikin. Ji ber ku Ocalan remza vê şoreşê ye, damezrênerê vê şoreşê ye”.

Mehemed Emîn Pênciwînî diyarn kir ku dewleta Tirk hewl dide bi kûrkirina tecrîdê nehêle ku dengê Ocalan bigehe gelê Kurd, tevgera azadiyê û got: “Bi vê awayî dixwazin tekoşînê bifetisînin. Lê belê bi tecrîdkirina Ocalan jî bi ser nakevin. Ji xwe dema Ocalan girtin û radestî dewleta Tirk kirin wisa hêvî dikirin ku tekoşîna azadiya gelê Kurd têk bibin. Digotin ku ger serokê şoreşê bê girtin wê şoreş têk biçe. Di mînakên din ên şoreşan de jî wiha bibû. Dema serokê soreş û serhildanan hatin girtin an jî darda kirin şoreş belav bûn. Lê belê di rastiya birêz Ocalan û PKK’ê de ev yek pêk nehat. Di rastiya birêz Ocalan de îspat bû tevgera azadiya gelê Kurd ne tevgerek klasîk e. Tevgerek hemdem ê zanistî ye. Birêz Ocalan bi sedan û hezaran Ocalan afirand ku tekoşînê heya serkeftinê bibin. Bê guman hebûna birêz Ocalan ji bo gelê Kurd û tekoşîna azadiyêpişr giring e. Hîna jî fikr, moral û manewiyeta Ocalan ya di wan şertên giran ên tecrîdê de diafirîne xwedî hêzek mezin e, hêzek mezin dide gelê Kurd. Çawa ku bi girtin û zindanîkirinê ya ku wan dixwestin pêk nehat bi kûrkirina tecrîdê jî tekoşîna gelê Kurd têk naçe. Dewleta Tirk nikare pêşiya rêxistinbûna gelê Kurd li Bakûrê Kurdistanê bigre. “

OPERASYONÊN LEŞKERÎ Û SÝYASÎ NE ÇARESERÎ NE

Siyasetmedarê Kurd Pênciwinî bal kişand ser operasyonên ku dewleta Tirk dimeşîne û got; “Heya niha nêzîkê 12 hezar siyasetmedarên Kurd girtin û xistin zindanan. Di nava kesên girtî de parlamenter, serokên şaredariyan, endamên meclîsan, kesên zana û rewşenbîr, siyasetmedarên navûdeng jî hene. Dîsa ji aliyê din ve jî di seranserê Bakûrê Kurdistanê operasyonên leşkerî pêk hatin. Ev êrîş tev de bi armanca lawazkirina tekoşîna azadiya gelê Kurd tên pêkanîn. Lê belê di encama van êrîşan tev de jî carek din aşkera bû ku tevgera azadiyê bi van êrîşan, bi van zext û zoriyan lawaz nabe. Berovajî tekoşîn bihêztir dibe. Wan 12 hezar kes girtin û xistin zindanan, lê şûna her yek ji wan sedan kesan dagirt û di xebatên siyasî de erk girtin. Ew qas operasyonên leşkerî çêbûn lê gerîla neqediya berovajî 10 hezar ciwanên din beşdarê refên gerîlayan bûn. Em di çapemenîya Kurd, Tirk û ya cîhanê de jî dişopînan ka tevgera azadiyê roj bi roj çawa pêş de diçe. Divê êdî ev rastî bê qebûlkirin”.

DÝVÊ PÝRSGÝRÊK BÝ MUXATABAN RE BÊ ÇARESERKÝRÝN

Mehmed Emîn Pênciwînî di axaftina xwe de behsa rêbazên şer ê ku dewleta Tirk li dijî gelê Kurd dimeşîne jî kir û got; “Dewleta Tirk li dijî gelê Kurd tenê rêbazê şerê çekdarî nake. Di heman demê de şerê taybet, yê propagandayî, yê îstîxbaratî jî dimeşîne. Tevahî derfetên xwe bi kar tîne. Ji destpêka tekoşîna azadiyê heya niha di nava hev de ev rêbaz hatine meşandin. Lê belê ya rast israrkirina di şer de nîne. Îspat bûye ku dewleta Tirk bi van rêbazan jî encam nagre”. Pênciwinî diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêkê tiştên ku heya niha dewleta Tirk gotine tev de ji axaftinan wêdetir tiştek din nînin û di pratîkê de tiştek li holê nîne. Pênciwînî axaftina xwe wiha domand; “Rast e, TRT 6 kanaleke ku bi Kurdî weşanê dike. Ev kanala dewletê ya fermî ye. Lê belê ji ber ku di destûra bingehîn a Tirkiyeyê de naskirina zimanê Kurdî nîne, her dozgerek dikare kesên ku bi Kurdî dipeyivin bi rehetî bixe zîndanan. Ev ne gavek çareseriyê ye”.

Pênciwinî riya çareseriyê jî weke guhertina makeqanûnê û muxatapgirtina PKK’ê û Ocalan destnîşan kir û got; “Divê çareserî ji destûra bingehîn destpê bike. Divê di destûra Tirkiyê de ew xalên ku hebûna gelê Kurd, ziman, nasname û xaka wê înkar dikin an bên guhertin an jî bên rakirin. A duwemîn jî di bara dewleta Tirk, Ewropa, Amerîka û hemû cîhanê de jî zelal bûye ku li Tirkiyê bêyî PKK’ê pirsgirêka Kurd nikare bê çareserkirin. Ev 30 sal in şerek heye, xwîn dirije, bi hezaran kes li girtîgehan de ne, bi sedan endamên PKK’ê bi hukmê cezayên giran girtî ne. Ji ber vê yekê jî çareseriya pirsgirêka Kurd bêyî PKK, bêyî Ocalan û Îmraliyê nabe”.

Pênciwînî da zanîn ku AKP ji ber soz daye her kesî ku pirsgirêka Kurd çareser bike ji ber vê yekê kariye di du hilbijartinan de ji Kurdistanê dengan derbixe. Pênciwînî wiha got; “Rast e hukumeta AKP’ê hewl dide bi hin kesayetên Kurd ve bişêwire. Dixwaze hin mafên ji rêzê yên takekesî û çandî nas bike û bi vê awayî jî bêje ku vaye min pirsgirêka Kurd çareser kir. Lê belê li Bakûrê Kurdistanê ji % 75-80 yê gelê Kurd alîgirê PKK’ê û BDP’ê ne. Nûnerê rast ew in. Muxatabê vê pirsgirêkê jî ew in. Ne tenê li Bakûrê Kurdistanê li Tirkiyê jî Înîsiyatîf di destê PKK’ê de ye. Dewleta Tirk ji vê yekê ditirse ku her ti awayî çareseriyek çêbibe Kurdistan ji destê wan derdikeve. Jixwe AKP’ê gelek soz dan gelê Kurd. Ji ber vê yekê di du hilbijartinan de Kurdan jî deng dane AKP’ê. AKP beriya hilbijartinan got li Tirkiyê pirsgirêka Kurd heye û em ê vê pirsgirêkê çareser bikin. Lê belê heya niha sozên wan tenê di gotin de man. Gavekî pratîkî nehatiye avêtin. Gava pratîkî destkarîkirina makeqanûnê ye. Gava pratîkî ew e ku li gel PKK’ê û birêz Ocalan rûnin û bişêwirin”.

GOTÝNA BÝLA BÊ QEYD Û ŞERT ÇEKAN DAYNÝN JÝ RASTÝYÊ DÛR E

Endamê KNK’ê Mehemed Emîn Pênciwinî di dirêjahiya axaftina xwe bal kişand ser gotinên Erdogan ku dixwaze PKK bêyî şert û merc çekan deyne û diyar kir ku pêkhatina vê daxwaziyê ne gengaz e û li ser vê daxwazê hin pirsên xwe jî wiha rêz kirin; “Erdogan hewar dike û ji hemû dewletan dixaze ku zextê li PKK’ê bikin da ku PKK çekan deyne. Baş e. Bila çekan deyne. Lê belê li ser çi bingehê çekan dayne? Di berdêla çi de wê çekan deynin, çawa deynin? Ger çekan daynin di berdêlê de wê çi bidin gelê Kurd? Ma ti ewlehiyek çekdanînê heye?” Pênciwînî riya çareseriyê jî wiha destnîşan kir; “ Bila dewleta Tirk bê li ser masê li gel PKK’ê behsa mekanîzmaya çekdanînê bike. Jixwe PKK ne aşiqê çekan e. Ew çekan ji bo parastina hebûna xwe radikin. Rast e, heya bîst sal din jî şer bikin neçar in ku di encam de alî rûnin ser masê û guftugo bikin. Lê belê di vê rewşê de ev çek ji bo parastina nirx, destkeftî û rûmetên gelê Kurd e li Bakûrê Kurdistanê. Baweriya min heye ku ger dewleta Tirk gavekê bavêje wê PKK jî bersiva wê bide. PKK ji bo rûniştinê amadeye. Ger mafê gelê Kurd bê naskirin PKK jî amadeye ku bê di qada siyasî de tekoşînê bike. Weke carna Erdogan jî dibêje ku bila bên di bin banê meclîsê de siyasetê bikin, PKK jî amadeye ku di bin banê partiyek siyasî de bê nava meclîsê û siyasetê bike. Lê belê divê di serî de bingehek vê yekê hebe. Ji damezrandina komarê heya niha dewleta Tirk dibêje yek al, yek dewlet û yek millet. Pêwîste di serî de ev nêzîkatî bê guhertin. Jixwe PKK vê yekê qebûl nake û dibêje divê maf û hebûna gelên din û yê Kurdan jî bê naskirin. Ger mafê Kurdan bê naskirin wê demê hebûna çekan jî dikare birehetî bê nîqaşkirin”.

ÇAPEMENÎYA KURD ROLA XWE PÊK NAYNE

Mehemed Emîn Pênciwinî di axaftina xwe de behsa giringiya çapemeniyê jî kir û da zanîn ku çapemeniya herêmê piraniya agahiyên xwe dispêrin çapemeniya Tirkiyeyê û ji ber ku rastiyan naynin ziman dezgehên çapemeniyê yên herêmê rexne kir. Pênciwinî got; “Bi şiklek giştî gilî û rexneya min li ser çapemenîya Başûrê Kurdistanê heye ku bi awayek pozîtîf rastiya tekoşîna gelê Kurd ê Bakûrê Kurdistanê ranaxin ber çavê xendevan û temaşevanan. Civakê rast agahdar nakin. Sedema vê jî berjewendiyên siyasî ne. Mixabin gelek dezgehên çapemeniyê çavkaniya agahiyan ji Tirkiyê digrin. Li Tirkiyê daîreya şerê taybet heye. Karê vê daîreyê ew e ku der barê tekoşîna gelê Kurd de agahiyên şaş û çewt belev bike. Heman awayî li çapemenîya Başûr de jî agahiyên xwe delav dikin. Bi vê awayî dixwazin agahiyên bê bingeh bidin gelê herêmê û dixwazin gel ji tekoşîna li Bakûrê Kurdistanê sar bibe. Her wiha gelê Başûr ji çalakiyên gelê Bakûr bê agah bin”.

Pênciwinî da zanîn ku giringiya ku çapemenî Kurd dide serhildanên gelê Ereb nade raperîna gelê Kurd û di vê der barê de mînakek jî da û got; “Ji bo mînak di dema serhildana gelên Erep de wexta ku bajarekê serhildan çêdibû tevahî dezgehên çapemeniyê şev û roj behsa vê serhildanê dikirin. Lê belê her roj li hemû bajarên Bakûrê Kurdistanê heta li Tirkiyê gel bi hezaran dadikevin kolanan û serhildanan dikin. Çima dezgehên çapemeniyê behsa van raperînan nake. Ma ev raperîn ji ya gelên din biçûktir e?”. Pênciwinî got ku li dijî tevgera azadiya gelê Kurd sansûrek heye û wiha dewam kir; “Di vê mijarê de çavê xwe girtin û sansûrek heye. Di serî de DYA û welatên Ewropayê naxwazin ti kes ji coş û xiroşa şoreşa gelê Kurd a li Bakûrê Kurdistanê hayedar be. Naxwazin dengê gelê Kurd bê bîhîstin. DYA û Ewropa bi riya ragehandinê rojeva gelan di destê xwe de digrin û çawa dixwazin wisa birêve dibin. Dixwazin control di destê wan de be. Mixabin di vê mijarê de dezgehên ragehandinê yên Başûr jî agahiyan ji çapemeniya Tirkan digrin. Ev jî çavkaniyên negative in û rastiyan nadin”.

Pênciwînî diyar kir ku divê çapemenîya Kurd rola xwe bilîze û alikariyê bide çareseriya pirsgirêkê û got; “Lê dîsa jî li gor salên derbasbûyî îsal hinek din jî baştir e û çapemenîya Başûr jî êdî naçar e ku rastiyan bibîne. Dîsa divê gelê Kurd jî tekoşîna xwe ya bi riya çapemenîyê bihêz bike. Ji ber ku di cîhana roja me ya îro de şer şerê çapemenî ye. Çapemenî dikare di pêşdebirin, serkeftin, binkeftina şoreşan de rolek giring bilîze. Ez vê rexneyê li tevahî çapemenîya Kurd dikim. Divê çapemenî bikare rastiya şoreşa gelê Kurd nîşanê tevahî cîhanê bide, divê bibe zimanê çareseriyê rola dikeve ser mile wî bilîze”.