BI DÎMEN

Pencewînî: Ocalan li Îmraliyê berxwedanek bêhempa nîşan dide

Siyasetmendarê xwedî tecrûbe yê ji Başûrê Kurdistanê Mihemed Emîn Pencewînî diyar kir, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Îmraliyê bi awayekî bêhempa li ber xwe dide.

Mihemed Emîn Pencewînî diyar kir, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi berxwedana xwe ya bêhempa re li çar parçeyên Kurdistanê berxwedêriya gel afirandiye û got, "Hêzên bi komploya 15'ê Sibatê re xwestin PKK'ê biqedînin, niha li dijî DAIŞ'ê neçar mane bi Tevgera Azadiyê re tevbigerin. Ev yek nîşaneya pûçbûna komployê ye."

Siyasetmedarê Kurd ê xwedî tecrûbeyeke kûr Mihemed Emîn Pencewînî, di salvegera 17. de komploya navneteweyî ya 15'ê Sibata 1999'an a li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand û anî ziman, ku planên komplogeran bi ser neketiye, berevajî bendewariyan PKK di nava vê demê de bêhtir xurt û mezin bûye.

Pencewînî diyar kir, di demên bihurî de bi komployên bi heman rengî re Rêberê Kurdan hatine têk birin, heman rêbaz li hemberî Tevgera Azadiyê ya Kurd jî hatiye bikaranîn û got, "Di ser girtina Birêz Ocalan a bi komploya navneteweyî re 17 sal derbas bûn. Komplo ji bo gelê Kurd û Tevgera Azadiyê felaketeke mezin bû. Di dîroka Kurdan de gelek mînakên weke vê hene. Ji bo tepisandina îsyanên Kurdan, rêberên serhildanan dihatin girtin û îdamkirin. Li hemberî Qazî Mihemed jî heman rêbaz hat bikaranîn. Ji wan hebû; eger Ocalan bi komployê were girtin û radestî dewleta Tirk bê kirin, wê gelê Kurd nema karibe têbikoşe û PKK jî bi hêsanî teslîm bihata girtin û li gorî berjewendiyên xwe bi kar bianiya."

PLANÊN KOMPLOGERAN PÊK NEHATIN, PKK MEZINTIR BÛ

Pencewînî da zanîn, ku ev hesabên komplogeran pêk nehatine, gel û PKK'ê bi berxwedanê bersiv dane komployê û axaftina xwe wiha dewam kir: "PKK di çarçoveya felsefe, tecrûbe û bîrdoziya Ocalan de, di nava vê pêvajoya komployê de hemû planên li ser hatibûn kirin pûç kir û hîn bêhtir xurt bû, bi vê mezinbûna xwe re bersiv da komployê. Gelê Bakurê Kurdistanê ji bo Birêz Ocalan herikî kolanan û xwedî lê derket. Daxwaza maf û azadiyê kir. Gelê Kurd di serî de li Bakurê Kurdistanê eger îro li tevahiya Kurdistanê daxwaza azadî û demokrasiyê dike, di vê de para Ocalan mezin e."

OCALAN BERXWEDANEK BÊHEMPA NÎŞAN DIDE

Siyasetmedar Pencewînî got, "Di serî de Cizîr hîmên berxwedana Kurdan ji aliyê Ocalan ve hat danîn" û ev nirxandin kir: "Dewleta Tirk bi rêbazeke faşîst, bi bikaranîna her şêwe rêbazên li dijî mirovahiyê re êrîşî daxwaza demokrasî û azadiyê ya gelê Kurd dike. Faşîzm ewçend zêde kir, li Cizîrê mirov bi awayekî zindî şewitand. Îro li gelek bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê, dewleta Tirk bi bikaranîna hemû derfetên xwe re hewl dide vîna gelê Kurd bişikîne, lê gelê Kurd li hemberî van êrîşan li ber xwe dide û serî natewîne. Hîmê vê berxwedêriyê ji aliyê Birêz Ocalan ve hat danîn. Ocalan îro li zîndana Îmraliyê li hemberî faşîzma Tirk berxwedaneke bêhempa nîşan dide."

HÊZÊN KOMPLOGER NEÇAR MAN ÎRO LI HEMBERÎ DAIŞ'Ê BI PKK'Ê TEVBIGERIN

Siyasetmedarê Kurd Mihemed Emîn Pencewînî qala serketinên gerîlayên PKK'ê yên li hemberî DAIŞ'ê kir û axaftina xwe wiha dewam kir: "Ji destketî û têkoşîna gelê Kurd çêtir tê fêmkirin ku komplo pûç bûye. Bi qasî 6 meh weke emr dabûn PKK'ê, lê PKK ji ber ku li gorî tevgerên din ên Kurd tevgereke nûjen û xwedî bîrdoziyeke xurt e, li ser piyan ma. Çi li Rojava, çi li Bakurê Kurdistanê çi jî li Başûrê Kurdistanê, kengî DAIŞ'ê gef li welêt xwar, PKK di roja destpêkê de ji çiyê daket, xwe berda nava bajarên Kurdistanê û di parastina bajarên Başûrê Kurdistanê ji çeteyên DAIŞ'ê de roleke sereke lîst. Hêzên ku hewl dan bi komployê re vê tevgerê biqedînin, neçar man bi vê tevgerê de bibin hevalbend, pê re tevbigerin. Ev yek nîşan dide ku komplo bi temamî hatiye pûçkirin û ji hev hatiye xistin."

DEMA ŞERÊ SAR VEGERIYA

Pencewînî da xuyakirin, ku di roja îro de cîhan hemû li siyaseteke di navbera du aliyan de vegeriya ye û got, "Li aliyekî NATO, li aliyê din eniya Rûsya-Sowyet. Ji nûve dema şerê sar vegeriya." Pencewînî ev tespît kir: "Rûsya bi hêzeke mezin re li erdnîgariya Rojhilata Navîn bi cih bûye. Heta ku negihêje armanca xwe wê xwe venekişîne. Hemû dewletên derve, leşker û çekên şandine herêmê, ji bo têkoşîna li dijî DAIŞ'ê neşandine. Dixwazin li erdnîgariya Rojhilata Navîn bi cih bibin. Lewma erdnîgariya Rojhilata Navîn her roj li şer û pirsgirêkên nû rast tê."

BANGA YEKÎTIYA NETEWEYÎ Û BERNAMEYA HEVPAR

Siyasetmedarê Kurd ê xwedî tecrûbe Pencewînî diyar kir, ji her demê bêhtir pêwîstiya tevgera siyasî ya Kurd û gelê Kurd bi yekîtiyê heye û destnîşan kir ku pêvajoya heyî de yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd şert e. Pencewînî banga yekîtiyê li tevahiya pêşengên partiyên siyasî yên Kurd kir û ji hemû hêzên Kurd xwest, ku di vê pêvajoya dîrokî de li gorî berjewendiyên çar parçeyên Kurdistanê li dora bernameyekê li hev bicivin.

JI BO YEKÎTÎ Û AZADIYÊ FIRSENDEKE MEZIN E

Mihemed Emîn Pencewînî da xuyakirin, ku Kurd ne Kurdên berê ne, divê ji sedî sed firsendên derketine holê bi kar bînin û got, "Di rewşeke bi vî rengî de ji bo yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd û azadiay Kurdan firsendeke mezin afiriye. Kurd êdî Kurdên berê nînin. Kurd bi têkoşîna xwe û destketiyên xwe re êdî ji aliyê hemû hêzên cîhanê ve tên dîtin. DYA û Rûsya yên dixwazin di siyaseta Rojhilata Navîn de guhertinan bikin, bi awayekî vekirî eşkere dikin ku bêyî tifaqa bi Kurdan re nikarin vê bikin. Kurd di rewşeke gelekî stratejîk de ne. Yekane hêza pê bawer, hêza ku dikare pişta xwe bispêrê ye. Nexşeya Rojhilata Navîn ji nû ve tê xêzkirin û Kurd di vê pêvajoya dîzaynê de aktorê herî girîng e."

SED SAL IN EM DIÊŞIN, NABE KU EM SED SALÊN DIN JÎ BÊ STATU BIMÎNIN

Siyasetmedarê Kurd got, "Li pêşiya Kurdan bi tenê astengiyek heye, ew jî pirsgirêka nebûna yekîtiya neteweyî ye" û herî dawî ev nirxandin kir: "Eger Kurd karibin yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bînin, hêzên dixwazin Rojhilata Navîn ji nû ve dîzayn bikin, wê ti carî nikaribin Kurdan ji nedîtî ve bên. Eger em yekîtiya xwe ya neteweyî pêk nînin, ev firsenda dîrokî wê ji destê biçe. Kurdan ji ber peymana Sykes-Pîcot sed salan êş kişandin û bê statu man. Em nikarin qebûl bikin ku sed salên din heman êşê bikişînin. Lewma divê em firsenda heyî baş bi kar bînin."