Gerîla Bêrîtan Cûdî, ku li dijî dagirkerî û mêtîgeriya li Kurdistanê tevî çar xwişk û birayên xwe tevlî nava refên berxwedanê bû got, "Li şûna serîtewandina li ber zilmê, me biryara berxwedanê dan. Ji ber ku ji bilî berxwedanê, şenseke me nîne."
JIYAN AMARGÎ
BEHDÎNAN
în, 10 pûşperê 2016, 07:10
Bêrîtan Cûdî di sala 1986'an de li gundê Babika yê navçeya Şirnex Silopiyayê ji dayik bû. Ji ber ku malbata wê cerdevanî qebûl nekir, di emrekî biçûk de neçar ma tevî malbata xwe ji gund koç bike. Gundê hat valakirin ji aliyê dewleta Tirk ve hat şewitandin. Bêrîtan û xwişk û birayên wê, ev zilma li gelê Kurdistanê hat kirin qebûl nekirin û sal bi sal li dû hev tevlî nava refên gerîla bûn.
ME DEST JI XAKA XWE BERNEDAN
Cûdî diyar kir, cihê sirgûnkirina ji gundê xwe di nava ti qanûnan de nîne, hêzên dagirker zilm li şêniyên gund dikirin û got, "Ez zaroka salên 90'î me. Ew hovîtiya li Kurdistanê hat kirin, baş nayê bîra min, lê hin bîranînê di hişê min de bi cih bûn, qet ji bîra min dernakevin. Di wê demê de dewleta TC cerdevanî li ser gel ferz dikir. Malbatên welatparêz ên ev qebûl nekirin; çi ciwan, çi jî extiyar, jin zarok, hemû dibûn mexdûrê îşkenceyê. Xaniyên mirovan dihatin şewitandin. Malbata min ji ber ku bi ax û doza xwe ve dilsoz bû, serî netewand. Lê belê ji gund hat sirgûnkirin. Bavê min ji ber ku bi axê ve girêdayî bû, neçû cihekî dûr. Bar kir Silopiyayê. Bi vî rengî em li cihekî dûrî xaka xwe mezin nebûn. Tevî sirgûn, asîmîlasyon, înkar û tinekirin li me dihat ferzkirin jî, me dest ji xaka xwe bernedan û bi vî rengî li ber xwe dan."
'SÛC E KU MIROV LI DIJÎ ZILMÊ LI BER XWE NEDIN'
Gerîla Cûdî destnîşan kir, ku sûcekî mezin e mirov li dijî zilma dewleta Tirk a dagirker li ber xwe nedin, bêdeng bimînin û li ser tevlîbûna xwişk û birayên xwe li nava refên têkoşînê wiha axivî: "Bûyerên bi serê me de hatin, bandoreke kûr li min, xwişk û birayên min kir. Sirgûnkirina li ser xaka xwe ne tiştekî bihata qebûlkirin bû. Kekê min Welat di sala 1990'î de li dijî vê zilmê ji bo têbikoşe tevlî nava refên gerîla bû. Tevlîbûna wî bandoreke mezin li min û xwişk û birayên min kir. Dema biçûk bûm, çavên min, xwişk û birayên min timî li rê bûn. Me digot; ew çûye wezîfeyekê bicih bîne, piştî bi cih anî wê vegere. Sal di ser re derbas bûn, em mezin bûn. Me êdî doza kekê xwe fêm dikir. Piştî ku me fêm kir, me jî berê xwe dan nava refên wê dozê."
'AZADÎ BI TÊKOŞÎNÊ BI DEST DIKEVE'
Cûdî diyar kir, azadî bi têkoşînê pêkan e û got, "Piştî şehadeta kekê min ê mezin, di sala 2008'an de birayê min welat tevlî bû. Navê kekê min ê şehîd rakir û soz da têkoşîna wî bidomîne. Ez jî xwişk û birayên min jî dizanîbûn ku divê em têbikoşin. Ji ber ku min dizanîbû bêyî têkoşînê azadî nepêkan e, di sala 2010'an de tevlî nava refên berxwedanê bûm. Piştî min xwişka min Mizgîn di sala 2011'an de tevlî nava refên têkoşînê bû. Birayê min Şervan jî niha dîlê azadiyê ye. Em ji malbatekê pênc xwişk û bira tevlî nava refên têkoşînê bûn. Li şûna serîtewandina li ber zilma dewletê, me biryara têkoşînê dan. Ji ber ku em hemû dizanin; ji bilî berxwedanê ti şensê me nîne."
AGIRÊ AZADIYÊ GEŞ DIBE
Bêrîtan Cûdî diyar kir, ew ê zextên dewletê yên ji bo têkbirin û bêdengkirina gel ti carî qebûl nekin û destnîşan kir, têkoşîn ji her demê bêhtir pêwîst e. Cûdî got, "Ji dewletê heye ku bi komkujî û zextê dikare gel têk bibe. Lê belê tiştek ji bîr kiriye. Ew çiqasî zilmê bike, daxwaza gel a ji bo azadiyê jî mezin dibe. Ev daxwaz jî gel ber bi têkoşîna jiyana azad demokratîk ve dikişîne. Mirovên ku çirûskên azadiyê dibînin, ji bo geşkirina vî agirî tevlî nava refên têkoşînê dibin. Ez û xwişk û birayên min jî ji bo geşkirina vî agirê azadiyê em tevlî nava refên têkoşînê bûn. Û heta bi serxistina têkoşîna xwe, em ê dest ji doza xwe bernedin."
PÊWÎSTE GEL JI BO XWERÊVEBERIYÊ LI BER XWE BIDE
Gerîla Cûdî li ser gelê ku ji bo xwerêveberiyê li dijî çeteyên AKP/Qesrê li ber xwe dide got, "Bûyerên îro diqewimin, tevî ku dişibin ên salên 90'î jî, ne yek e. Wê demê, gel rêxistinbûyî nebû. Tirs hebû. Berxwedan hebû, lê qels bû. Lê îro rastiya gelekî rêxistinbûyî heye. Ne tenê gelê Kurd, hemû gelên daxwaza jiyaneke azad dikin, îro li dijî zilmê li ber xwe didin. Gelê Kurd û gelên demokratîk bi daxwaza xwerêveberiyê li ber xwe didin. Ya ku gel û gerîla îro nîşan didin, têkoşîneke bi rûmet e. Ji her demê bêhtir pêwîstî pê heye ku mirovên daxwaza jiyaneke azad dikin, li dijî çeteyên dagirker cihê xwe di nava refên têkoşînê de bigirin."