Pênc partiyan qetilkirina nûçegihanê Rojnewsê şermezar kirin
Qetilkirina nûçegihanê Rojnewsê Wedat Hisên Elî, rê li ber nerazîbûna partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê vekir. Pênc partiyan daxuyaniyeke hevpar dan û qetlîamker şermezar kirin.
Qetilkirina nûçegihanê Rojnewsê Wedat Hisên Elî, rê li ber nerazîbûna partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê vekir. Pênc partiyan daxuyaniyeke hevpar dan û qetlîamker şermezar kirin.
Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK), Komala Îslamî, Tevgera Îslamê ya Kurdistanê, Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtî) û Tevgera Goran daxuyaniyeke hevpar weşandin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Weke van partiyên navborî, em qetilkirina Elî weke binpêkirina mafên bingehîn ên mirovan û rojnamevanan, dibînin. Vê bûyerê careke din nîşanî me daye, azadiya mirovan û ramanê di rewşeke gelekî xetere de ye."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ewlekirina can û malê hemû welatiyan erka bingehîn a hikûmetê û saziyên pêwendîdar e û hat gotin, "Nabe ev erk bi serdestiya partiyê vegotin. Divê qanûn di ser her tiştî re bin. Lewma pêwîstî heye, ku kiryar bên dîtin, darizandin û cezakirin."