PEN a Kurd qetilkirina rojnamevan Elî şermezar kir

Navenda Yekîtiya Nivîskarên Navneteweyî ya Kurd (Kurd PEN), têkildarî qetilkirina nûçegihanê Rojnewsê Wedat Hisên Elî daxuyaniyek weşand û kuştina Elî şermezar kir.

PEN a Kurd ji rayedarên Başûrê Kurdistanê xwest kiryarên qetilkirina Elî derhal bên darizandin. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Roja Şemiyê, cenazeyê nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Rojnewsê li ser rêya Sêmêlê hat dîtin. Di vê demê de, ku Başûrê Kurdistanê di nava krîzê de ye, zextên li çapemeniyê tên kirin, zêde dibin. Di demeke bi vî rengî de mixabin nûçegihanê Rojnewsê Wedat Hisên Elî li Duhokê hat qetilkirin. Ti pirsgirêka Hisên bi kesî re tinebû. Lê aliyê tirsnak ew e; çend roj beriya bê revandin, Asayîşa Duhok çend caran bang lê kir û lêpirsîna wî kir."

Di dawiya daxuyaniya PEN a Kurd de bang li rayedaran hat kirin ku kiryaran eşkere bikin û hat gotin, "Weke PEN a Kurd em ji rêveberiya Başûrê Kurdistanê dixwazin bi rengekî cidî bi ser bûyerê ve biçin û kiryaran eşkere bike. Di heman demê de em ji Asayîşa Duhokê dixwazin bi ser bûyerê ve biçe û kiryaran derxîne pêşberî dadgehê."