Pêla koçberan a ber bi Efrînê ve didome
Nêzî 850 koçberên din ên ji herêmên cuda cuda yên ji ber zilama dewleta Tirk, çeteyên girêdayî wê û DAIŞ'ê reviyan, gihiştin Kantona Efrînê.
Nêzî 850 koçberên din ên ji herêmên cuda cuda yên ji ber zilama dewleta Tirk, çeteyên girêdayî wê û DAIŞ'ê reviyan, gihiştin Kantona Efrînê.
Pêla koçberan a ji herêmên cuda cuda yên Sûriyeyê ku ber bi Kantona Efrînê ve diçin, didome. Îro 850 koçber ji bajarên Sûriyê ber bi kantona Efîrnê ve koçber bûn. Nêzî 850 koçberên din ên ji herêmên cuda cuda yên ji ber zilama dewleta Tirk a dagirker, çeteyên girêdayî wê û DAIŞ'ê reviyan, di bendava gundê Etmê ya navçeya Şera re derbasî Kantonê bûn.
Hat diyarkirin ku welatiyên koçber ji herêmên Reqqa, Cerbalus, Bab, Palmêra û Ebû Kemal in.
Koçber li kampa Rûvber û Kampa Şeheba hatin bi cih kirin.