'Pêkanînên hikûmeta Herêma Kurdistanê dibin sedema mirina rojnamevanan'

Federasyona Girtiyên Siyasî ya Herêma Kurdistanê û Rêxistina Pêşîgirtina li Îdam û Îşkenceyê xwestin, kujerên Wedat Hisên derhal bên dîtin û darizandin.

Federasyona Girtiyên Siyasî ya Herêma Kurdistanê û Rêxistina Pêşîgirtina li Îdam û Îşkenceyê (ORTE) yên Başûrê Kuerdistanê, têkildarî nûçegihanê RojNewsê Wedat Hisên Elî yê li Duhokê bi rengî wehşî hat qetilkirin de, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ji şopên li ser bedena wî xuya ye bi îşkenceyê hatiye qetilkirin û hat bibîrxistin, ku zext û êrîşên li hemberî azadiya ramanê û rojnamevanan roj bi roj zêde dibin. Di daxuyaniya ORTE de hat gotin, "Ji ber pêkanînên desthilatdariya Herêma Kurdistanê, rojnamevan û aktîvîst dikevin gorê. Weke Federasyona Girtiyên Siyasî ya Herêma Kurdistanê û Rêxistina Pêşîgirtina li Îdam û Îşkenceyê em li bendê de kujerên Wedat bên dîtin û darizandin."