Peçvûnên li Şemizînanê berdewam dikin

Peçvûnên li Şemizînanê berdewam dikin

Pevçûnên li navçeya Şemzînana Colemêrgê berdewam dikin. Hat ragihandin ku gelek helîkopterên tîpa skorsky tîmên tevgera taybet li herêmê bi cih kirine.

Pevçûnên ku 24'ê Tîrmehê de li gundê Nehrî, Nevrezan û Rubunus a navçeya Şemzînana Colemêrgê dest pê kirine berdewam dikin. Hat ragihandin ku pevçûn duh li bejahiya gundên Gelaşk, Mergesave, Serbera, Sertet û mezraya Nirkole û qontarên Gomanê dijwartir bûye. Hat zanîn ku gelek helîkopterên tîpa skorsky leşkerên ji perwerdehiyên taybet derbas bûne û tîmên tevgera taybet li herêma pevçûnê bicih kirine. Dîsa 3'yemîn tabûra qomando ya çiya taktîkê bejahiya Garê, Mirgazave ya 15 kîlometreyan dûrî navçeyê ye û herêma çiyayê Kuremezgeta ya 10 kîlometreyan dûrê navçeyê da ber topan.