PÇDK: Dixwazin di şexse Ocalan de kurdan tune bikin

PÇDK: Dixwazin di şexse Ocalan de kurdan tune bikin

Hevseroka Partiya Çareseri ya Demokiratik (PÇDK) Necîbe Omer li Ranyayê tevli semînerekî bû û bal kişand ser tecrîda li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Omer got ku dixwazin di şexsê Ocalan de gelê Kurd tune bikin.

Li navçeya Ranya ya girêdayî Silêmanî bi tevlibûna Hevseroka PÇDK'ê Necîbe Omer û Tevgera Hemwelatiyên Azad û Wekhev Layen Silêmanî jî di nav de 200 kesan semînerek hat lidarxistin. Semînera ku ji bo tevkariyê bidin Kongreya Netewî ya Kurd hatiye lidarxistin piştî rêz girtina ji bo kesên di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi axaftina Hevserok Omer destpê kir. Omer di axaftina xwe de balkişand ser tecrîda li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha pêde çû: "Ev nêzî 11 mehin tu xeber ji Rêbere Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin. Di şexsê Rêber Apo de dixwazin hemû gelê kurd tune bikin. Dewleta tirk û hikûmeta AKP'ê tu demê nikarin bi van polîtîkayan bigihijin armanca xwe."

Omer di axaftina xwe li ser rola Konferansa Netewî ya Kurd jî sekinî û da zanîn ku lazime di nava demek gelek kin de ev konferans were lidarxistin. Omer her wiha têkildarî mijarê ev tişt anîn ziman: "Dewletên dagirker ên wekî Tirkiye, Îran û Îraq bi piştgirtina Emerîka dixwazin ku konferansa netewi ya kurd neyê lidarxistin.

Omer di berdewamê de gengeşiyên li Rojhilata Navîn jî nirxand û wiha axivî: "Li Rojhilata Navin di van demên dawî de gelek serkeftinên baş hatin bidestxistin. Lê belê tu awayî dewletên dagirker ji bo tunekirina gelê kurd dev ji hewldanên xwe bernedaye. Pêwiste gelê kurd xwedî yek deng û reng be."

Endama Tevgera Hemwelatiyên Adazad û Wekhev Leyla Silêmanî jî di semînerê de axaftinek kir. Silemanî di axaftina xwe balkişand ser polîtîkayên AKP'ê yên qirêj û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî bi gotinên tund şermezar kir. Silêmanî di dawiya axaftina xwe de xwest ku tecrîd bê rakirin û muzakere ji cardin destpê bikin.