Paşverûyan şewitandin, qeyûm jî boyax kir!

Desthilatdariya AKP'ê ku dijminê her tiştên bedew û cuda ye, li her qada jiyanê êrîşî cihêrengiyê dike û hewl dide tine bike.

Şaredariya Êlihê ya DBP'yî, dîrekên Parka Ataturk ku nîşaneya bajêr bû, bi rengên keskesorê boyax kiribû. Ev dîrekên ku bi salan rengîn bûn, ji ber kîn û nefreta ku hikûmet timî sor dike, paşverûyan şewitandin û nivîsa "Qewmê Lût ji bîr neke" li ser hate nivîsandin. Di vê êrîşê de kesên LGBTÎ yên li bajêr jî hedef hatin nîşandan. Şaredariya DBP'yî jî dîrekên parkê bi heman rengan boyax kir û bi vî rengî xisara li parkê bû ji holê rakir.

Lê belê Ertûş Şevket Ersoy ê çend roj berê weke qeyûm li şaredariya Êlihê hate tayînkirin, bêyî ku haya gel jê çêbibe, dîrekên parkê bi rengê spî boyax kir. Şêniyên bajêr nerazîbûn nîşanî vê dan û gotin, ev nêzîkatî nêrîna AKP'ê ya li cihêrengiyê radixe pêş çavan.

Kesa LGBTÎ ya 27 salî Rojda Sari nerazîbûn nîşanî boyaxkirina van dîrekên parkê da û anî ziman ku mejiyê qeyûmê hatiye tayînkirin mejiyê Hîzbûllah e. Sari got, "Ev dîrekên bi salan bi van rengan bû, yek ji nîşaneyên bajêr bûn. Cihêrengî nîşan didan. Qeyûm ku bi xwe talankirina maf e, rengên parka me guherand. Sibe dusib dikare dest li kincên me jî werde. Xuya ye piştî 'yek al, yek dewlet' wê yek rengî ferz bike. Desthilatdarî dijminê her tiştê ne ji xwe ye. Divê em cihekî biçûk jî bi destê wan re bernedin."

...