Partî û dezgehên kurdan Meclîsa Bilind a Kurdên Suriyeyê silav kir

Partî û dezgehên kurdan Meclîsa Bilind a Kurdên Suriyeyê silav kir

Rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û dezgehêh kurdan yên li Amedê bi daxuyaniyekê damezirandina Meclîsa Bilind a Kurdên Suriyeyê silav kir û dan zanîn ku ew wê her tim piştgirî bidin Meclîsa Kurdan ya Suriyeyê.

Nûnerên dezgeh û partiyên kurdan destnîşan kirin ku AKP wekî dema berê çawa bê tehemûlî nîşanê Herema Federal a Başûrê Kurdistanê didan niha jî bi heman şiklî tehemûlê nîşanê Rojavayê Kurdistanê jî nadin.

Di nav de nûnerên BDP, HAK-PAR, KADEP û gelek rêxistinên civaka sivîl yên din li avahiya Rêxistina KADEP’ê ya Amedê hatin cem hev û ji bo piştgiriyê bidin damezirandina Meclîsa Bilind a Kurdên Suriyeyê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Li ser navê rêxistinan Endamê Meclîsa Partiya HAK-PAR’ê Kenan Kizil daxuyanî xwend. Kizil di daxuyaniyê de diyar kir ku ew piştgiriyê didin têkoşîna azadiya kurdên Suriyeyê û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Niha rêxistinên kurdên Rojavayê Kurdistanê li gelek bajar û navçeyan pêvidiviyên gel pêk tînin. Tiştek ji vê rewatir tuneye. Lê Tirkiye wekî dema berê çewa bê tehemûlî nîşanê Herema Federal a Başûrê Kurdistanê dida niha jî bi heman şiklî tehemûlê nîşanê Rojavayê Kurdistanê jî nade.

Kizil di berdewamê de piştgiriya xwe anî ziman û wiha axivî: “Em avakirina Meclîsa Bilind a Kurdên Suriyeyê silav dikin. Di serî de Rêveberiya Kurdistan Başur em piştgiriyê didin hemû kesên ku piştgiriyê didin kurdên Rojavayê Kurdistanê. Banga me ji hemû kurdan re ew ku di vê pêvajoyê de piştgiriyek xurt bidin Rojavayê Kurdistanê.”