Hevseroka BDP Gulten Kişanak, Parlementer Ayla Akat Ata û Sebahat Tuncel ku tevlî Duyemîn Konferansa Neteweyî ya Jinên Kurd bibûn Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem (Mexmûr) ziyaret kirin.
Hevseroka BDP Gulten Kişanak, Parlementer Ayla Akat Ata û Sebahat Tuncel, piştî konferansê Wargeha Mexmûrê ziyaret kir. Hevseroka BDP’ê Gulten Kişanak kefxweşiya xwe ya hatina Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem anî ziman û got, “Ew bi salane gelê Wargeha Mexmûr ji bo azadiya xwe têkoşînê bi rê ve dibe. Em vê têkoşîna we girîng dibînin û silav dikin.” Kişanak li ser siyaseta ku AKP dimeşîne jî sekînî û anî ziman ku Wezîrê Navxweyî Ýdrîs Naîm Şahîn rastiya Erdogane û axaftina xwe wiha berdewam kir:
‘NAÎM ŞAHÎN RASTIYA ERDOGANE’
“Wezîrê Navxweyî Îdrîs Naîm Şahîn bi her hereket û axaftinên xwe di rastiyê de rûyê rastî yê Erdogan eşkere dike. Di mijara gotinên xwe yên der barê Komkujiya Roboskiyê de jî eşkere zîhniyeta xwe ya faşîst anî ziman. Lêborîn xwestin fezîleteke mirovatiyê ye; lê belê zîhniyeta wan ev qasî faşîst e ku lêborînê jî pêwîst nabînin.”
Kişanak li ser Tecrîda ku zêdeyî 300 rojin li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin jî nêrînên xwe anî ziman û got wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê Rêberê Gelê Kurd di demeke Kurt de azad bibe. "
Sebahat Tuncel jî da zanîn gelê Kurd wê di kemek kurt de bigihîje mafê xwe yê azadiyê.
Di heman demê de Ayla Akat Ata jî axifî û wê jî ji bo hatina wargehê kefxweşiya xwe anî ziman. Girseyê bi tilîlî û çepikan bersiv dan axaftinan parlementeran. Hate nîşandan ku dê parlementer saziyên wargehê jî ziyaret bikin.