Parlementerê BDP’ê bi kelepçe û li milên wî leşker anîn rûniştinê

Parlementerê BDP’ê bi kelepçe û li milên wî leşker anîn rûniştinê

Rûniştina doza Parlementerê BDP'ê yê Rihayê yê girtî Îbrahîm Ayhan ya bi ji ber tevlî merasîma Cenazeyê Gêrîlayê HPG'ê Mehmet Alî Melîk bû bi îdîaya "Propagandeya rêxistinê kir" hate vekirin hate taloqkirin. Dema ku Ayhan anîn dadgehê ligel destên wî kelepçeyî 3 leşker jî pê re hatin û çûn.

Rûniştina doza 6 kesên di nav de Parlementerê BDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan jî heye ya ku ji ber di 24'ê hezîrana 2010'an de tevlî merasîma cenazeyê Gêrîlayê HPG'ê Mehmet Alî Melîk (Ruhat Urfa) bû bi îdiaya "Propagandeya rêxistinê kir" hate vekirin li 6. Dadgeha Cezayên Giran ya Amedê hate dîtin. Di rûniştinê Parlementer Ayhan û parêzera wî Kezîban Yilmaz tevlî daniştinê bûn. Derheqê Ayhan de ji ber ku dema mersîma cenaze de li pêşiya koma ji bo PKK'ê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silogan berz dikirin bû "Propagandeya rêxistinê kir û li gorî heman armancê tevgeriya" sûcdarî pêk hat.

Dema ku Ayhan anîn salona rûniştinê destên wî kelepçekiribûn û leşkeran di milê wî de bûn. Heyeta dadgehê daxwaza Prz. Kezîban Yilmaz ya muwekîlê wî ji rûniştina xilasbûyî bê girtin qebûl kir û rûniştin taloqî 7'ê tebaxê kir.