Parlementer Yildiz mirina Suleyman Acar ji Wezîrê Dadê pirsî

Parlementer Yildiz mirina Suleyman Acar ji Wezîrê Dadê pirsî

Cîgirê Koma BDP'ê Hasip Kaplan, li ser daxwaza Parlementerê Şirnexê yê Girtî Faysal Sariyildiz mirina girtiyê siyasî Suleyman Acarê li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê jiyana xwe ji dest da ji Wezirê Dadê yê Tirk Sadullah Ergîn pirsî.

Cîgirê Serokê Koma BDP'ê û Parlementerê Şirnecê Hasip Kaplan, li ser daxwaza Parlementerê BDP'ê yê Şirnexê yê girtî Faysal Sariyildiz mirina girtiyê siyasî Suleyman Acarê 6 meh berê hate girtin û li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê jiyana xwe ji dest da ji Wezirê Dadê yê Tirk Sadullah Ergîn pirsî. Kaplan, ji bo Acarê ku di 24'ê Heziranê de jiyana xwe ji dest da pirsname da Wezîrê Dadê Ergîn. Kaplan, anî ziman ku li girtîgeha ku kapasiteya wê 350 kesin nêzî hezar girtî dimîne û di qada tenduristiyê de pirsgirêkên mezin hene. Kaplan, da zanîn ku doktorekî mayinde li girtîgehê tune û her tim doktor tên guhertin û ev dibe sedema ku girtî nikaribin derman bibin.

Kaplan, da zanîn ku ji ber mirina Suyelman Acar tu lêpirsîn hatiye destpêkirin? Ji ber ku Acar nexweşê şekir bû tu derfetên ku li derve bê muayine kirin hate dayîn? Berê li hemberî nexweşxiya wî tu tedbîr hatibû girtin? Der barê nexweşiya Acar de bijîşkên girtîgehê tu rapor amade kiribûn? Piştî ku Acar rakirin nexweşxaneyê 4 roj şûn de agahiya malbatê çêbû. Ji bo lêpirsînê tu hewldanên we hene? pirsî.