Parlamenterên Goran û Komel diçin Qendîlê
Li dû komkujiya artêşa Tirk li gundê Zergelê kir, parlamenterên Tevgera Goran û Komela Îslamî ya Kurdistanê ji bo lêkolînkirinê diçin herêmê.
Li dû komkujiya artêşa Tirk li gundê Zergelê kir, parlamenterên Tevgera Goran û Komela Îslamî ya Kurdistanê ji bo lêkolînkirinê diçin herêmê.
Piştî komkujiya li Zergelê ku herî kêm 9 kesan jiyana xwe ji dest dan, Serokê Komîteya Mafên Mirovan a Parlamenta Başûrê Kurdistanê Soran Omer ji RojNewsê re ragihand ku Tevgera Goran û Komela Îslamî ya Kurdistanê heyetek şandine herêmê.
Omer destnîşan kir ku ew ji ber daxuyaniya rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê li hemberî bomberdûmana artêşa Tirk şermê dikin û got, "Ji ber ku heta niha ev helwesta Herêma Kurdistanê negihaştiye asta şermezarkirina sûcên dewleta Tirk ên li hemberî herêma Kurdistanê dike. Divê pêşî li vê bê girtin. Serokê Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê Hikûmet û Serokwezîr, divê demek ji ya din zûtir helwesteke fermî nîşan bidin ku ev êrîşên dewleta Tirk bên sekinandin. Lê berevajî vê yekê, ji bo bomberdûmanê sedeman pêşkêş dikin. Divê bi berpirsyarî û însiyatîfa xwe rabin. Parastina ax û welatiyên Herêma Kurdistanê wezîfeya wan e û pêwîste rewşa heyî qebûl nekin."
Omer destnîşan kir ku ji bo parlament tavilê bicive û vê mijarê binirxîne, ew ketine nava hewldanan.