Parka Orman a li navçeya Peyasê ya Amedê ji aliyê Polîsan ve hate dorpêçkirin. Gelek polîsên hêzên çevîk, tîmên tevgera taybet li derdora parkê kom bûn û dest bi kontrola nasnamyan kirin.
Parka Orman a ku Navenda Ciwanan a Çand û Hunerê ya Cegerxwîn jî di navdeye ya li Navçeya Peyasa Amedê ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin. Gelek polîsên hêzên çevîk, tîmên tevgera taybet li derdora parkê kom bûn û dest bi kontrola nasnamyan kirin. Hate zanîn ku polisan bi îdîaya "gerîleyek HPG'ê li parkê ye" park dorpêç kirine. Parka Orman ku bi hezaran welatiyên piştî fitarê ji bo westanê lê kom bûne, ji aliyê polîs, maşîneyên zirxî hate dorpêçkirin..