Parêzvanê Qeymeqamê navçeya Çelê ya Colemêrgê Levent Oztîn û di heman demê de cerdevanê gund Îhsan Şenîr di encama êrîşa çekdarî de birîndar bû.
Li gorî agahiyên ku hatine girtin, di demjimêrên nîvro de parêzvanê Qeymeqamê Çelê Levent Oztîn û di heman demê de cerdevanê gund Îhsan Şenir dema bi hevalê xwe yê memûrê qeymeqamtiyê Hamit Derîn li Zoma Şîşê ya Gundê Serê Sêvê ku 15 kîlometreyan dûrî navçeyê ye rastî êrîşa çekdarî hatin. Di êrîşa çekdarî de Îhsan Şenîr ji mile xwe birîndar bû, bi ambûlansa ku çû cihê bûyerê rakirin Ocaxa Tenduristiyê ya Çelê. Hevalê Şenîr, Hemît Derîn jî tiştek jê nehat.
Nehat zanîn ku êrîş ji aliyê kê ve hatiye pêkanîn.