Parêzerê Şaredarê Wanê Bekîr Kaya Prz. Kerem Akdogan, diyar kir ku girtina şaredar ne hiqûqî ye û dê bi parastinek xurt girtina Kaya îtiraz bikin.
Parêzerê Şaredarê Wanê Bekîr Kaya Prz. Kerem Akdogan, bertek nîşanî girtina şaredar Kaya da û da zanîn ku, girtina Kaya ne hiqûqî ye û bi delîlên pûç û vala hatiye girtin. Akdogan, da zanîn ku delîlên nepixandî hatine amadekirin û tu eleqeya wan bi rastiyê tuneye û wiha got:
"Tu aliyê van delîlan ên hiqûqî tune. Xebatên şaredariyê wekî xebatên KCK'ê nîşan dane. Muwekîlê min Şaredar Kaya ji xwe bi fermana Serokwezîr hate girtin. Girtina şaredar zerar daye hemû gelê Wanê. Em dê bi daxwaznameyek xurt girtina Kaya îtiraz bikin