Parêzer bi Îbrahîm Ayhan re hevdîtin pêkanî

Parêzer bi Îbrahîm Ayhan re hevdîtin pêkanî

Parêzerê Parlementerê BDP’ê Îbrahîm Ayhan, Bekir Benek, piştî bûyera mirina 13 kesan ya duh şev bi muwekîlê xwe re hevdîtin pêkanî.

Benek diyarkir ku, di hevdîtinan de Îbrahîm Ayhan pir xemgîn bû, her wiha Benek aşkera kir ku, Ayhan ji bûyerê şert û mercên girtîgehê berpirs dît.

Ayhan di hevdîtina bi Benek re ragihand ku, girtiyên koxişa C15 ji bo protesto kirina şert û mercên girtîgehê serî hildane û agir pêxistine. Ayhan bilêv kir ku, sedemê bingehîn yên mirinên li girtîgehê şert û mercên girtîgehê ne.

Ayhan anî ziman ku, li girtîgehê qadên civakî tune ne, li girtîgeha kapasîteya wê 300 kesî, 1200 kes lê dimînin, berpirsê van bûyeran Wezareta Edalet û rêveberiya Girtîgeha Rihayê ye. Ayhan bûyer weke komkujiyê nirxand.

Parêzer Benek ji Nûçe TV’yê re axivî û ragihand ku, termê 13 kesên li girtîgeha Rihayê şewitîn û jiyana xwe ji dest dayîn xistine torbeyan û wan bi xwe ew dîtine.