Parastina kurdî dîsan hate astengkirin

Parastina kurdî dîsan hate astengkirin

Di rûniştina doza 27 kesên ku nûcegihanê ajansa DÎHA'yê Abdullah Çetin û Şaredarê Misircê Necat Yılmaz jî heye li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê hate dîtin. Heyeta dadgehê derbarê 5 kesan de biryara serbestberdanê da. Daxwaza siyasetmedaran ya parastina kurdî hate redkirin û parastina kurdî ya nivîskî jî nehat qebûlkirin.

Li navçeya Misircê û Sêrtê di 16'ê kanûna 2011'an de di bin navê "KCK'ê" de li dijî endam û reveberên BDP'ê operasyon hate meşandin û di operasyonan de nûcegihanê ajansa DÎHA'yê Abdullah Çetîn jî di nav de 27 kes hatin girtin. Rûniştina doza Sêrtê li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê hate ditin. Di rûniştinê de endamê Meclisa BDP'ê Veysi Dilekçî Şaredarê Misircê Necat Yilmaz û nûcegihanê DÎHA’yê Abdullah Çetin jî di nav de 27 kes amade bûn. Parêzerên siyasetmedaran Keziban Yilmaz, Serdar Çelebi, Rehşan Bataray Saman, Muhterem Suren, Hanim Karhan, Erdînç Uzunoglu, Abdulhakim Gîder, Devran Devrîm, Şeyhmus Miroglu û Gursel Ekmen Miroglu jî di rûniştinê de amade bûn.

Beriya rûniştinê Prz. Keziban Yilmaz, daxwazên xwe yên ji bo darizandina girtiyan pêşkêşi heyeta dadgehê kir. Yilmaz, anî ziman ku dema li naveroka îdîanameyê mêze dikin dibînin ku li şûna şexsan BDP tê darizandin û hemû çalakiyên BDP'ê dijzagonî hatine dîtin. Yilmaz, da zanîn ku bi çalakiyên BDP'ê ku wekî dijzagonî tên nişandan muwekîlê wan tên darizandin û ev yek li dijî rêbaza darizandinê ye. Yilmaz, bilêv kir ku ji ber di vê îdîanameyê de BDP tê darizandin divê darizandina dozê li Dadgeha Makeqanûnê bê dîtin.

'DARIZANDIN SIYASÎ YE EM DÊ BI KURDÎ PARASTINÊ BIKIN'

Endamê Meclîsa BDP'ê Veysi Dilekçi, jî mafê axaftinê girt û anî ziman ku ji ber darizandina wan siyasî ye ew dê parastina xwe bi kurdî bikin. Dîlekçî, anî ziman ku ev mafê wane û xwest ev yek wekî helwestek li dijî dadgehê neye dîtin. Heyetê daxwaza parastina kurdî red kir.

DAXWAZA PARASTINA KURDÎ HATE REDKIRIN

Siyasetmedarên bi navê Necmettin Ozdemîr, Erdi Çelîk, Rizgar Yilmaz, Sedat Kul, Mizgin Erdogrû Ugur Eren parastina xwe ya bi kurdî bi nivîskî pêşkeşî heyetê kirin. Lê heyetê parastina kurdî ya bi nivîskî jî red kir. Heyeta dadgehê parastina kurdî jî wekî "bi zimanê nehat famkirin axivî" derbasî girtekan kir.

ROJNAMEGERÎ WEKÎ SÛC HATIYE DÎTIN

Parêzerê nûçegihanê ajansa DÎHA'yê Abdullah Çetin Prz. Serdar Çelebi, jî parastin kir û anî ziman ku îdîanameya hatiye amadekirin li dijî pîvanên rojnamegeriyê ye.

5 KES SERBEST HATIN BERDAN

Heyetê piştî navber da rûniştinê derbarê Şukran Ari, Sînem Ateş, Naîl Asma, Selamet Tadik û Mehmet Emin Bilmiş de biryara serbestberdanê da. Heyetê derbarê Abdulgaffur Kubilay, Abdullah Çetîn, Ahmet Keklik, Berivan Yasak, Enise Esmer, Mehmet Veysi Dilekçi, Nedîm Îvdil, Umut Oral û Unal Bozyigit de jî biryara berdewama girtinê da. Heyetê rûniştina dozê taloqî 7'ê Îlonê kir.