'Parastina bi Kurdî tune be, bersiv jî tune ye'

'Parastina bi Kurdî tune be, bersiv jî tune ye'

49'emîn rûniştina doza 99 jê girtî 152 siyasetmedarên kurd ku di navde parlementer, şaredar û parazvanên mafên mirovan jî heye li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hat. Di vê rûniştinê de siyasetmedar Tuncay Korkmaz, xwest bi kurdî parastinê bike, lê ji ber ku parastina kurdî nehat qebûlkirin, Korkmaz, anî ziman ku ji ber parastina wî ya bi kurdî nehatiye qebûlkirin dê ji niha û şûn de jî qet bi tirkî parastinê neke.

49'emîn rûniştina doza ku 99 jê girtî 152 siyasetmedarên di nava wan de parlementer û şaredar jî hene, tên darizandin li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê berdewam kir.

Di vê rûniştinê de ji 99 girtiyan 38 ji ber bi rapor bûn tev li rûniştinê nebûn. Ji 99 girtiyan 61 girtî û parêzerên wan amade bûn. Di vê rûniştinê de delîlên der barê girtî Tuncay Korkmaz de hatin xwendin. Korkmaz parastina xwe ya dabû dozger dîsa parast û xwest bi kurdî parastina xwe bike.

Tuncay Korkmaz, xwest bi kurdî parastinê bike, lê ji ber ku parastina kurdî nehat qebûlkirin, Korkmaz, anî ziman ku ji ber parastina wî ya bi kurdî nehatiye qebûlkirin dê ji niha û şûnde jî qet bi tirkî parastinê neke. Rûniştina doze taloqî 25'ê gulanê hate kirin.

Hêjayê gotinê ye ku danê sibê, di rûniştina dozê de Serokê Baroya Amedê Mehmet Emin Aktar, anî ziman ku ji ber sekn û helwesta Serokê Dîwana Dagehê Menderes Yilmaz, êdî bêalîtî û serbixwetiya xwe winda kiriye û xwest serokê dîwana dadgehê bê guhertin. Aktar, da zanîn ku Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Prz.Muharrem Erbey xwest tevli merasima cenazeyê xezûrê xwe bibe, lê ligel "Zagona Haberalê" destûr nehat dayîn û xwest serokê dîwana bê guhertin. Lê ev daxwaza redkirina dadger, ji aliyê dîwana dadgehê ve hat redkirin.

Navên kesên din ên girtî wiha ne:

Kamuran Yuksek, Nadîr Yildirim, Ahmet Çelen, Herdem Kizilkaya, Ramazan Morkoç, Bayram Altun, Lutfu Dag, Mehmet Taş, Huseyîn Yilmaz, Salîh Alpdogan, Umran Genç, Mehmet Abbasoglu, Selanîk Oner, Çîmen îşik, Zohre Bozaci, Mehmet Nîmet Sevîm, Alîcan Onlu, Mehmet Akin, Alî Oruç, Hasan Huseyîn Ebem, Ercan Akyol, Ercan Sezgîn, Temer Tanrikulu, Kutbettîn Kurt, Mehmet Tarî, Hasan Uner, Hasan Ýraz, Şînasî Tur, Ebru Gunay, Sîracettîn îrmak, Ahmet Makas, Abbas Çelîk, Mazlum Tekdag, Bahrî Çeken, Hasan Ýnatçi, Rahmî Ozmen, Mukaîl Karakuş, Celal Yoldaş, Ahmet Ertak, Alî Şîmşek, Firat Anli, Huseyîn Kalkan, Nadîr Bîngol, Emrullah Cîn, Gul Cîhan Şîmşek, Huseyîn Bayrak, Haci Erdemîr, Heval Erdemlî, Sebahattîn Dînç, Abdullah Akengîn, Kazim Kurt, Garîp Kandemîr, Şeyhmus Bayhan, Cebrahîl Kurt, Yaşar Sari, Ahmet Zîrek, Arslan Ozdemîr, Engîn Kotay, Roza Erdede, Kerem Duruk, Leyla Denîz, Nîhayet Taşdemîr, Dîrayet Taşdemîr, Pinar îşik, Esma Guler, Besîme Konca, Fadîle Bayram, Elîf Kaya, Olcay Kanlibaş, Pelguzar Kaygisiz, Pero Dundar, Sara Aktaş, Sevî Demîr, Zahîde Besîn, Zeynep Boga, Hacîre Ozdemîr, Takîbe Turgay, Alaattîn Aktaş, Tuncay Korkmaz, Ramazan Debe, Fethî Suvarî, Musa Farîsogullari, Mahmut Okkan, Nîzamettîn Onar, Zeynel Mat, Abdurrahîm Tanriverdî, Adnan Bayram, Ýhsan Sevîtek, Mustafa Ocaklik, Osman Ocaklik, Seyîthan Şen, Veysî Akar.

Yên ku bî awayeke serbest têne darızandîn:

Parlementerê BDP’ê yê Mûşê Demîr Çelîk, Prz. Servet Ozen, Yaşar Çelîk, Ahmet Yildirim, Şaredarê Amedê Osman Baydemîr (qedexeya derketina derveyê welêt li ser e), Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak, Şaredara Berê ya Dêrsimê Songul Erol Abdîl, Fîkret Kaya, Şaredara Berê ya Bismilê Şukran Aydin, Nuran Atli, Ahmet Cengîz, Îhsan Ugur, Selahattîn Elçî, Şaredarê Sûrê Abdullah Demîrbaş, (piştî 6 mehan girtî ma, ji ber pirsgirêkên tenduristiyê hate berdan. Û qedexeya derketina derve li ser e), Şaredara berê ya Rezan Yurdusev Ozsokmenler, Şaredara Rezan Yuksel Baran, Ozlem Yasak, Rojda Balkaş, Bedrîye Aydin, Mesut Çetîn, Adîl Erkek, Mehmet Devîren, Beyhan Sakîn, Veysel Yildirim, Hanîfî Yontem, Mehmet Nesîh Çaglar, Onal Ýsmaîl Oner, Seyîthan Haran, Turkî Gultekîn.